Dîcle: Ji bo Sûrê wezîfeyeke mezin dikeve ser milê Amedê

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle da xuyakirin, ku ji bo komkujiya li Cizîrê li Sûrê dubare nebe, wezîfeyeke mezin dikeve ser milê gele Amedê û destnîşan kir, divê gelê Kurd bi hêza xwe bawer be.

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle da xuyakirin, ku ji bo komkujiya li Cizîrê li Sûrê dubare nebe, wezîfeyeke mezin dikeve ser milê gele Amedê û destnîşan kir, divê gelê Kurd bi hêza xwe bawer be.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle li ser rewşa heyî ji ANF'ê re axivî.

Dîcle diyar kir, Sûr di demeke krîtîk de ye û bibîr xist ku li jêrzemînên avahiyan gelek sivîl asê mane. Dîcle da xuyakirin, ku ji bo dorpêçiya li Sûrê bê rakirin, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê di nava hewldanan de ne û got, "Em naxwazin wehşeta li Cizîrê li me hat kirin, careke din dubare bibe." Dîcle destnîşan kir, ku ji bo pêşîgirtina li vê wehşetê wezîfeyeke mezin dikeve ser milê gelê Amedê.

Hatîp Dîcle bang li gelê Amedê kir ku bêyî dereng bimîne nerazîbûna xwe nîşan bide û got, "Qedexeya derketina derve ya li Cizîrê ne tenê li hemberî çend taxan bû, li ser tevahiya navçeyê bû. Ji ber vê yekê, ji bo nîşandana nerazîbûnên demokratîk gel nikarîbû derketa derve, mirovan nikarîbûn xwe nêzî şibakeyan bikira. Yekser dibûn hedef. Lê belê rewşa li Amedê ne bi vî rengî ye. Li 6 taxên Sûrê yên qedexekirî bi tenê li 3 taxan şer giran e. 3 taxên mayî bêdeng in. Ji ber vê yekê gelê Kurd dikare nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Ez vê yekê bi taybetî ji gelê Amedê re dibêjim. Bêyî dereng bimîne, divê ji bo komkujiya bi serê Cizîrê de hat bi serê Sûrê de neyê, nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin."

'REÇETEYA RIZGARIYÊ DI DESTÊ ME DE YE'

Dîcle da zanîn, ku Sûr bi dîroka xwe ya 5 hezar salan re dilê dû dîroka Amedê ye û anî ziman, ku ji bo pêşî li tinekirina vê dîrokê û kuştina mirovên bêguneh bê girtin, KCD wê têkoşîna xwe bidomîne.

Hatîp Dîcle bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya cîhanê û saziyên navneteweyî li pêşberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûrê û destnîşan kir, divê gelê Kurd ji kesî alîkariyê hêvî neke û ji hêza xw bawer bike. Dîcle got, "Em ê em heta dawiyê zorê bidin mekanîzmayên demokratîk, lê belê em rizgariya xwe ji wan hêvî nekin. Reçeteya rizgariya me di destê me û gelê me de ye. Bi têkoşîn û berxwedêriya me re dibe."

'AKP JI BO DEST LI SÛRIYEYÊ WERBIDE YPG'Ê DIKE BAHANE'

Hevserokê KCD'ê Dîcle, êrîş û nêzîkatiya AKP'ê, bi taybetî jî Serokkomar Erdogan ku PYD'ê bi israr hedef digirin, nirxand û da zanîn, AKP û Qesr, li pêşiya pêkhatina armancên xwe, tevgera azadiyê ya Kurdistanê weke astengiyeke mezin dibînin.

Dîcle ragihand, tevî ku TAK'ê berpirsyariya çalakiya li Enqereyê bi awayekî zelal girt ser milê xwe jî, AKP bi israr YPG'ê hedef nîşan dide û got, "Ji bo YPG çalakiyeke bi vî rengî pêk bîn, ti sedemek nîne. YPG'ê heta niha li hemberî ewlekariya Tirkiyeyê ti çalakî nekiriye, bileks bi xwînsarî û bi aqilane tevdigere. Li hemberî topbarana ji dewleta Komara Tirkiyeyê tê kirin, bi sebir nêzîk dibe."

Dîcle diyar kir, Tirkiye dixwaze YPG'ê bike bahane û dest li Sûriyeyê werde. Dîcle ragihand, di rewşeke bi vî rengî de şer wê ne tenê li hemberî YPG'ê bê kirin, di heman demê de wê li dijî dewletan jî were kirin û hişyarî da, ku bi vê polîtîkaya AKP'ê re Tirkiye hem li hundir hem jî li derve dikeve nava dorpêçiyeke şer û dîktatoriyê. Dîcle destnîşan kir, gelê Kurd û hevalbenên wan ên aştî, azadî û demokrasiyê diparêzin, wê heta dawiyê hewl bidin pêşî li vê rewşa xetere bigirin.

'FAŞÎZM MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE'

Hatîp Dîcle, faşîzm weke asta herî bilind a netewe dewletê bi nav kir û got, "Bi faşîzmê re zîhniyeta netewe dewletê jî qediya ye." Dîcle da zanîn, mîna hemû dîktatoriyên faşîst ên li cîhanê, AKP jî diqede û ev nirxandin kir: "Çawa ku emrê faşîzma Franco heta bi hetayê dewam nekir, çawa ku faşîzma Hîtler, Salazar, Kenan Evren li cihekî beralî bûn, wê îdeolojiya faşîzan a AKP'ê ya bi soza Îslamî ya nû jî, bi têkoşîna gelan re mehkûmî têkçûnê be." Dîcle biryardariya tekoşînê tevgera azadiyê ya Kurdistanê li hemberî vê feraseta faşîzan, bi mînaka Rojava nîşan da û got, "Bi saya vê têkoşîna bi biryar DAIŞ hat qelskirin. Aqûbeta zîhniyeta AKP'ê jî wê bi heman rengî be."

Hatîp Dîcle bal kişand ser xeteriya vê israra AKP û Qesrê ya di şer de û destnîşan kir, ku eger ev israra di şer de dewam bike, li gorî pêşdîtinên wan wê di biharê de şerê heyî li her derê belav bibe. Dîcle ji bo pêşîgirtina li vê asta dijwar a şer, işaret bi vegera li maseya muzakereyê kir.