Di şexsê 4 gerîlayan de şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, di şexsê 4 gerîlayên di 18'ê Mijdara 2015'an de jiyana xwe ji dest dan, cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê yên di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, di şexsê 4 gerîlayên di 18'ê Mijdara 2015'an de jiyana xwe ji dest dan, cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê yên di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê de, di şexsê Esra Ozturk bi nasnav Dorşîn Pîrdogan, Reşen Yilmaz bi nasnav Adar Berem, Sitar Zengîn bi nasnav Newroz Pûsûr Dorşîn û Siterwan Çima bi nasnav Siterwan Xemgîn de, cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê yên di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Di daxuyaniya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê de hat gotin, "Dema mirov li xeleka şehîdan a PKK'ê binêrin, dibînin ku her yek ji wan bûne sedema pêngavek ber bi pêşerojê ve. Şehîdên me, ji ber ku di şert û mercên herî zehmet û bêeman de Rêbertî fêm kirin, bi vî rengî berê xwe dan pratîkê û dilsoziyeke têgihiştî ya îdeolojîk nîşan dan, destana vejînê ya Kurd li dîrokê nivîsandin. Ji ber ku wan dizanîbûn divê çawa were jiyîn û xwedî jiyana bi wate bûn. Mirovên mezin bûn ku bi awayekî rast dijiyan û jiyan afirandin. Şehîdên me, weke abîdeyên manewî û berxwedana bingehîn a dawî li herikîna serberjêriyê anîn, di roja îro de jî bi serbilindî li ber serê me, weke hêza me ya manewî û fermandarên me disekinin."

Daxuyaniya komîteyê bi vî rengî dewam kir:

"Weke Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku mîna meşaleyekê li dora rastiya şehîdan bicivin. Bi xwedîderketina li mîrateya wan ji me re hiştine re, girîng e em bi hemû hêza xwe tevlî avakirina Kurdistanê bibin. Ji ber vê yekê, temînata serketina me ya di rêya şehîdên me de, bi şoreşa wijdanî û zîhniyetê ya bi jiyana komunal re pêkane. Li ser vê bingehê weke şervanên azadiyê yên ku şehîd ne spartin axê, spartin nava dilê xwe, soz didin ku ji her demê bêhtir em ê bi şehîdên xwe re dilsoz bijîn."

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:

Nasnav: Dorşîn Pîrdogan
Nav paşnav: Esra Ozturk
Cihê ji dayikbûnê: Malazgîrt
Navên dayik û bav: Xezal - Bekîr
Dem û cihê şehadetê: 18.11.2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Adar Berem
Nav paşnav: Reşen Yilmaz
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Navên dayik û bav: Ziyafet - Zafer
Dem û cihê şehadetê: 18.11.2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Newroz Pûsûr Dorşîn
Nav paşnav. Sitar Zengîn
Cihê ji dayikbûnê: Hatay
Navên dayik û bav: Saîbe - Mehmet Salîh
Dem û cihê şehadetê: 18.11.2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Siterwan Xemgîn
Nav paşnav: Siterwan Çima
Cihê ji dayikbûnê: Heleb
Navên dê û bav: Emîne - Eyup
Dem û cihê şehadetê: 18.11.2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê