Di pevçûna li Sêrtê de hêjmara kuştiyan gehişt 4’an

Di pevçûna li Sêrtê de hêjmara kuştiyan gehişt 4’an

Di pevçûna li bejahiya navçeya Diha navbera Sêrt û Şirnexê de hêjmara leşkerên mirîn giha 4’an. Hat hînbûn ku, cih cih pevçûn didomin, rêya Şirnex-Dihê hate girtin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li bejahiya gundê Gedîk Kaşarê yê navçeya Dihê di pevçûna navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de hêjmara leşkerên mirî giha 4’an.

Helîkopterên Kobra yên ji 3’mîn Fermandariya Tûgaya Komando ya Sêrtê û Fermandariya Tumen ya Şirnexê veguhestin herêma pevçûn lê derketî.

Herêma çiyayî ji aliyê helîkopteran ve hate bombebaran kirin, her wiha rêya navbera Şirnex-Dihê de ji aliyê leşkeran ve hate girtin.