Di pevçûna li Sêrtê de 3 leşker hatin kuştin

Di pevçûna li Sêrtê de 3 leşker hatin kuştin

Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê duh li navçeya Dihê ya Sêrtê maşîneya leşkerî ya artêşa Tirk xist kemînê û di encamê de herî kê 3 leşkerên Tirk mirin.

Hat ragihandin ku gerîlayan li qadên daristanî yên li Gedîkkaşar a ku 2 km ji Dihê dûr e, bi gulleyan li wesayîta leşkerên artêşa Tirk reşand û di encamê de çawişê pispor Mesut Gunay hat kuştin. Di pevçûnên piştî çalakiya gerîlayan qewimî de herî kêm du leşkerên din jî hatin kuştin û bi vî awayî hejmara leşkerên hatin kuştin gihişt 3’yan.

Piştî çalakiya gerîlayan li herêmê operasyon hat destpêkirin û herêm tê bombebarankirin.