Di pevçûna li Elkê 2 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn

Di pevçûna li Elkê 2 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn

HPG’ê ragihand ku, duh gêrîlayan li dijî leşkerên artêşa Tirk yên li bejahiya Elka Şirnexê derketibûn operasyonê çalakiyek pêkanî bûn. Di çalakiyê de ne yek, 2 leşkerên Tirk hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Duh gêrîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk yên li bejahiya Elka Şirnexê derketibûn operasyonê çalakî pêkanî bûn. Rayedarên Tirk dabû diyarkirin ku, di dema operasyonê de di encama teqînê de çawişê pispor Yildirim Kûzûcû miriye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya îro dayî de aşkera kir ku, di çalakiyê de ne yek, 2 leşkerên Tirk hatine kuştin û bigiştî jî 4 leşker birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di 7’ê Tebaxê de gêrîlayên HPG’ê piştî li ser rêya Elkê-Mezrayê rê kontrok kirin, pevçûn derketibû û 3 leşker hatibûn kuştin. HPG’ê ragihand ku, “Piştî van çalakî û pevçûnan, di 8’ê Tebaxê demjimêr 08.40’an de gêrîlayên me li dijî leşkerên artêşa dagirker ya TC’e yên derketibûn operasyonê çalakî pêkanîne. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne. Dijminê ku bi helîkopterên skorsky mirî û birîndarên xwe dûrxistin, operasyona ku li herêmê dom dikir di demjimêr 23.00’an de paşve vekişiya ye.”

Di heman rojê de li derdora demjimêr 20.00’an de gêrîlayên HPG’ê li dijî leşkerên li girê Çeber bicihbûyîn çalakî pêkanîne, lê belê mirî û birîndar nehatine tespît kirin.

Di vê navberê de artêşa Tirk ya di operasyonan de ti encam negirt, îro di demjimêrên sibehê 05.00’an de li dijî herêma Katoyê Jîrka yê Elkê bi helîkopterên şer daye ber bombeyan.