Di nav cenazeyên hatine revandin de cenazeyê pitika bi navê Mîray jî heye
Di nav cenazeyên hatine revandin de cenazeyê pitika bi navê Mîray jî heye.
Di nav cenazeyên hatine revandin de cenazeyê pitika bi navê Mîray jî heye.
Hate diyarkirin ku di nav cenazeyên kesên ku ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin û bêyî agahiyê bidin malbatan ji aliyê hêzên dewletê hatin revandin de cenazeyê pitika 3 mehî ya bi navê Mîray jî heye.
Hate diyarkirin ku di nav cenazeyên kesên ku ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin û bêyî agahiyê bidin malbatan ji aliyê hêzên dewletê hatin revandin de cenazeyê pitika 3 mehî ya bi navê Mîray jî heye. Hate ragihandin ku polîsan piştî cenaze anîne malbat wiha tehdît kirine: “An werin bi bêdengî cenazeyên xwe bigirin û defn bikin an jî em ê defn bikin.”
Cenazeyên 8 kesan ên piştî li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin û rakirin Morga Nexweşxaneya Dewleta Şirnexê û ji ber kapasîteya morgê têrê nekir bi rojan e li depoya hewaya sar tên girtin, vê sibehê bêyî agahiyê bidin malbatan, polîsan revandin û birin Cizîr û Silopiyayê. Hate ragihandin ku di nav 7 cenazeyên anîne Cizîrê de cenazeyê pitika 3 mehî ya bi navê Mîray û cenazeyên din jî yên Huseyîn Ertene, Îbrahîm Akhan, Zeynep Yilmaz, pitika di zikê dayika xwe ya ducanî Guler Yanalak de û 2 kesên ku navên wan nehatin zelalkirin e. Hate diyarkirin ku polîsan piştî cenaze anîne malbat wiha tehdît kirine: “An werin bi bêdengî cenazeyên xwe bigirin û defn bikin an jî em ê defn bikin.”
Têkîldarî mijarê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz agahî dan, diyar kir ku tiştên li Cizîrê pêk tînin wehşetek mezin û bê qanûntiyek e, wiha axivî: “Zîhniyeta faşîst li Cizîrê tevî hevalê me Azîz 27 kes qetil kir. Her roj ewqas mirovan qetil dikin ku êdî em nema dikarin hejmaran di mejiyê xwe de bigirin. Yên li Cizîrê hatin qetilkirin tevahiyê xwe sivîl in. Dewlet ji bo karibe vê wehşeta li ser gelê sivîl pêk aniye bigire û binuxumîne, malbatên welatiyên qetilkiriye geriyaye û xwestiye ku cenazeyan bigirin û defn bikin.”
GEFAN LI MALBATAN DIKIN
Sariyildiz bal kişand ser qetiamên dewleta Tirk û diyar kir ku dewleta Tirk li hember sivîlan bi awayeke hovane qetlîamên xwe didomîne. Ji bo malbatan gotine heta qedexeya kolanan ranebe wê nikaribin cenazeyên xwe defn bikin. Sariyildiz wiha dewam kir: “Hêzên dewletê mirovên me qetil dikin, lê rê nadin ku gelê me cenazeyên xwe bi awayek girseyî defn bikin û dixwazin van qetlîaman sergirtî bikin. Polîs jî gefan dikin û gotine; ‘ Eger hûn neyên cenazeyên xwe negirin, em ê wan defn bikin.’ Ewqas gelê me qetil kirine ku êdî di morgan de cih nemaye. Hêzên dewletê jî ji bo qetlîamên nû cih vedikin û morgan vala dike.”
‘JI DAÎŞ’Ê TI CUDAHIYA WAN NÎNE’
Sariyildiz diyar kir ku ev pêkanînên li hember cenazeyan tê kirin ti cudahiya wê ji zîhniyeta DAÎŞ’ê tineye û got: “ DAÎŞ’ê jî jin,zarok û kal qetil dikir,dema em îro temaşe dikin, AKP jî bi polîs û leşkerên xwe ji pitika 3 mehî bigire, pitika di zikê dayika xwe de, bav û dayikên 80 salî û ciwanan qetil dike. Heta memûrên xwe jî qetil dike. Hevalê me Azîz Yûral ê memûrê dewletê bû qetil kir. Ango qetlîamên sivîl pêk tînin. Wehşetek ji vê wehşetê mezintir heye? Ti cudahiya wan ji çeteyên DAÎŞ’ê tineye, em dibînin ku zîhniyeta wan yek e, cudahiya di navbera wan ew e ku hewl didin qetlîaman bi awayekî sîstematîktir û veşartî pêk bînin . ango hewl didin qetlîaman sergirtî bikin. Ji ber dizanin ku wê sibe an du sibe hesab bidin û di bin de bimînin, hewl didin bi awayekî veşartî tevbigerin.”