'Di mijara demokratîkbûyîna Sûriyeyê de nîqaşên girîng hatin kirin'
Beşdarên Kongreya Sûriyeya Demokratîk ên ji gel û nêrînên cuda yên siyasî anîn ziman ku mijara avakirina Sûriyeya demokratîk a kongreyê gelekî girîng e.
Beşdarên Kongreya Sûriyeya Demokratîk ên ji gel û nêrînên cuda yên siyasî anîn ziman ku mijara avakirina Sûriyeya demokratîk a kongreyê gelekî girîng e.
Beşdarên Kongreya Sûriyeya Demokratîk ên ji gel û nêrînên cuda yên siyasî anîn ziman ku mijara avakirina Sûriyeya demokratîk a kongreyê gelekî girîng e. Beşdaran destnîşan kirin ku di pêvajoya biryardayÎna li ser demokratîkbûyîna Sûriyeyê de nûnerên Kurd, Suryanî, Ereb û Ermenî jî cih digirin.
Endamê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdên li Sûriyeyê Omer Cafer, ku li ser navê partiya xwe weke çavdêr beşdarî kongreyê dibe diyar kir, ku biryar û peyamên ji kongreyê derkevin, wê gelekî girîng bin.
Cafer da xuyakirin ku partiyên amade, wê di nava vê rewşa kaosê de biryarên ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê werbigirin û ragihand, ku nûnerên gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî hemû bi rengê xwe beşdar dibin. Cafer diyar kir ku ew li bendê ne biryarên ji kongreyê derkevin li gorî berjewendiyên gelan bixin û xizmetê ji avakirina Sûriyeya demokratîk re bike. Cafer destnîşan kir ku ew bawer in wê ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê biryar ji kongreyê derkevin.
Cafer bang li hemû hêzên demokratîk ên Sûriye û Kurdistanê kir ku bi hev re têbikoşin û got, "Bila hêzên derve êdî destê xwe ji nava xaka me vekişînin. Xwediyên rastî yên vê derê, gelên bi hev re dijîn e.
Endamê Partiya Yekîtiya Suryanî û Serokê Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Sehherîb Bersûm anî ziman ku weke Suryaniyên li Kantona Cizîrê dijîn, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ew beşdarî kongreyê bûne û ev nirxandin kir: "Yên ku ji derve ve dest werdidin, ew kesên naxwazin li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk pêk were. Yên ku bi van hêzan ve girêdayî nexwestin cihê xwe di vê kongreyê de bigirin, ew kesên ku naxwazin Sûriye demokratîk bibe ne." Bersûm destnîşan kir ku weke rêveber û xebatkarên xweseriya demokratîk, ji bo avakirina Sûiryeyeke demokratîk ew ê her şêwe hewldanên xwe bidomînin.
Serokê Konseya Neteweyî ya Ereb Mihemed Beneyan ragihand, ku yên li kongreyê amade ne, gelên ji berê ve li vê xakê bi nasname û baweriyên xwe yên cuda li gel hev dijîn e. Beneyan diyar kir ku ji ber mûxalefeta li Sûriyeyê cara yekê li vê derê li hev civiya, ew gelekî kêfxweş in û destnîşan kir ku ev hêzên amade, yên dixwazin Sûriye demokratîk bibin e. Ji ber ku hemû gel û rengên Sûriyeyê gihandiye hev, ev kongre demokratîk e. Ji ber vê yekê biryarên ji kongreyê derkevin wê xizmetê ji demokratîkbûyîna Sûriyeyê re bikin. Weke parçeyek ji rêveberiya xweseriya demokratîk em yek ji aktorên bingehîn ên mûxalefeta demokratîk a Sûriyeyê ne. Em di bin heman sîwanê de ne û bi hev re têkoşînê dimeşînin. Armanca kongreyê jî ev e."
Beneyan bal kişand ser hewldanên êrîşkariyê yên dewleta Tirk û got, "Dewleta Tirk bi xewna dema Osmaniyan radibe û rûdinê. Lewma bê sekin dijminatiyê li pêşketinên demokratîk û sîstema xweser a li Rojava û Sûriyeyê dike. Ji ber ku dixwaze gelên birayên hev li hemberî hev rake, alîkarî da komên çete, ew di sînor re derbas kir. Kar û barên xwe, tinekirina biratiya navbera gelên li herêma me ye."
Lîderê eşîrên Tirkmen ên li Girê Spî Şêx Esad Beşîr Topal da xuyakirin ku hin hêzên taşeron ên rejîma dîkta ya yekparêz û hêzên navneteweyî dixwazin pêşî li pêşketinên demokratîk bigire. Topal da zanîn, ku li hemberî van hewldanan, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ew li hev kom bûne û tovên sîstemeke jiyaneke hevgirtî ya gelan, direşînin. Siyasetmedarên me yên li vê xakê dijîn, divê pêşengê avakirina sîstema demokratîk bin. Em gelên li vê herêmê bi sedan salan bi hev re jiyane. Em dixwazin vê yekê bidomînin û bi rengê demokrasiyeke rasteqîn welatekî demokratîk ava bikin." Topal da xuyakirin ku ev kongre bexçeyê ji rengên hemû gelan e û got, "Ev yek moraleke mezin dide me. Her kesî dest daye hev û ji bo pêşeroja Sûriyeyê biryarên girîng wê bên wergirtin."
Topal diyar kir ku dewleta Tirk bi ti awayî alîkariya çekan ti carî nedaye wan Tirkmenên li Girê Spî û got, "Têkilî bi me re nedanî. Çima? Ji ber ku em ne mazot in, ne gaz in, ku karibin ji bo xwe bişewitînin. Yanî em ji bo xwe kêrhatî nedîtin. Ji ber ku me ti carî helwestek li dijî gelan nîşan nedan. Em xizmetê ji gelê xwe re dikin. Berjewendî û pêwîstiya gelan çi be, em ji bo wê dixebitin. Em demokrasiyê dixwazin û hurmetê nîşanî hewldanên demokratîk didin."