Di Kongreyê de rengên Suryanî, Asûrî, Tirkmen û Ermenî

Di Kongreya Sûriyeya Demokratîk de pêkhateyên di civakbûna Sûriyeyê de cihên girîng digirin, nûnerên gelên Suryanî, Asûrî, Tirkmen û Ermenî bi rengên xwe beşdar bûn.

Di Kongreya Sûriyeya Demokratîk de pêkhateyên di civakbûna Sûriyeyê de cihên girîng digirin, nûnerên gelên Suryanî, Asûrî, Tirkmen û Ermenî bi rengên xwe beşdar bûn. 

Duh li bajarê Dêrik ê Rojava Kongreya Sûriyeya Demokratîk despêkirî bi nirxandinên girîng didome.

Kongre di dîrokek girîng de pêk hat, hemû gelên Sûriyeyê nûnerên xwe dîtin. Gelê Kurd û Ereb bi hev re li ser vê axê bi gelên qedîm yên weke saziyên Suryanî, Asûrî, Tirkmen û Ermeniyan, Partî, Nûnerên Rêxistinan, Rûspiyên herêmê û bi kesayetên serbixwe re cih girtin û bi rengên xwe beşdarî Kongreyê bûn.

Ji Suryaniyan 4 partî, rêxistin û kesekî serbixwe, ji Asûriyan partiyek, ji Tirkmenan du nûnerên gel û ji Ermeniyan jî nûnerek beşdarî Kongreyê bû.