Di keştiya Tirk a ku diçû Lubnanê de 6400 tifing û 10 hezar amûrên taqemeniyê derket

Keştiya Tirk a ku diçû Lubnanê li Yewnanîstanê hate desteserkirin û di keştiyê de 6400 tifing û 10 hezar amûrên taqemeniyê hate desteserkirin.

Keştiya bi nave ‘Cookie Boy’ beriya biçe Lubnanê li bendera Îzmîrê rawestiyaye û piştî xwestiyê ji ser Yewnanîstanê re derbas bibe hatiye desteserkirin. 
Di keştiyê de lekolînên hikûmeta Lubnan û Yewnanîstanê bi dawî bûn. 

Li gorî  televîzyona Lubnanî El Ahbar , di keştiya Tirkiyeyê de 6400 tifing û 10 hezar amûrên taqemeniyê hatiye dîtin. 

Di nav xebatkarên keştiye de 6 kes Sûriyeyî, 4 kes Hîndîstanî û yek kes jî Lubnanî heye.