Di Girtîgeha Rihayê de îsyana duwemîn

Di Girtîgeha Rihayê de îsyana duwemîn

Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê li yaku di 16’ê hezîranê 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan dîsa duman bilind dibe û wesayîtên agirvemirandinêê ji bo şewatê vemirînin çûn girtîgehê.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ya ku roja borî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da û 5 girtî jî birîndar bûn saet di 18.00'an de dista şewat derket. Li girtîgehê dukel bilind dibe û 3 wesayîtên îtfaiyeyê û ambulans çun girtîgehê. Li şewatê mudaxele hate ksirin û girtî jî sloganan berz dikin.

Piştî li Girtîgeha Rihayê çalakî û serhildana 2'emîn pêk hat û li Odeya C-5'an 8 zarok birîndar bûn, bi hezaran kesên li ber deriyê girtîgehê kom bûn rastî mudaxaleya polîs û leşkeran a bombeyên gazê hatin.

Piştî mudaxaleya polîsan bûyer li taxên Eyup Nebî, Muradiye û Onîkîlerê belav bûn. Çalalî her ku diçe fireh dibe.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê piştî 2 roj berê girtiyên Odeya C-15 a edliyan îsyan pêk anîn û şewat derxistin û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan îro jî li beşa zarokan Odeya C-5'an îsyan derket. Zarokên ku îsyan derxistin bû sedema belavbûna çalakiyan.

Piştî ku zarokan îsyan derxist 8 zarokên li Odeya C-5'an birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên cuda. Bi sedan polîs û leşker bi maskeyan getin girtîgehê û mudaxaleyî girtiyan kirin. Bi geşedana îsyanê re bi hezaran malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa E a Rihayê kom bûn û çalakî pêk anî. Girseya ku li ber girtîgehê kom bûn û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin rastî mudaxaleya polîsan a bi ava şit û bombeyen gazê hatin. Girseya rastî mudaxaleya polîsan hat li taxên Eyup Nebî, Muradiye û Onîkîlerê belav bûn. Girseya ku li taxan dîsa kom bûn û çalakî berdewam kirin li taxan dîsa rastî mudaxaleya polîsan a bombeyên gazê û ava şit hatin. Polîsan dîsa li taxên Eyup Nebî, Muradiye û Onîkîlerê bombeyên gazê bikar anîn û mudaxaleyî girsê kir. Polîsan di mudaxaleyê de bombeyên gazê avêtin welatiyan, banî û hewşa malan û kolan di bin dukêla bombeyê gazê de hiştin.