Di rûniştina doza sereke ya KCK’ê ya li Amedê pêk tê û siyasetmedarên Kurd jê tê darizandin de, dîwana dadgehê biryara domandina girtina siyasetmedarên Kurd da û rûniştina dozê taloqê dîrokeke din kir.
Di rûniştina dozê ya li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat de ji 99 siyasetmedaran 48 siyasemedarên gitî beşdar nebûn. Di rûniştina dozê de “delîlên” der barê Roza Erdede û Heval Erdemlî de hat xwendin.
Weke her carê, siyasetmedarên Kurd xwestin parastina xwe bi Kurdî bikin, lê dîsa mîkrofon hat girtin. Parêzerêna dan diyarkirin ku ev îdîayên der barê muwekîlên wan de tu eleqeya xwe bi dozê re tune ye û daxwaza serbestberdana miwekîlên xwe kir.
Dîwana Dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryara domandina girtinê da.