Di dema nû de ruhê welatparêziyê li Kurdistanê zindî dibe

Gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku sala 2016'an wê ji bo gelê Kurd ruhê serdemeke nû nîşan bide.

Gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku sala 2016'an wê ji bo gelê Kurd ruhê serdemeke nû nîşan bide.

Gerîlayê HPG'ê Lezgîn Zagros: Sala nû, wê destpêka pêajoya avakirina konfederalîzmê be, ku ji bo mirovahiyê projeya jiyaneke nû ye. Bi rizgariya Kobanê re li Kurdistanê ev çend meh in pêşketinên girîng hene. Dema xweseriya demokratîk li Bakur deriyê berxwedaneke mezin vekir. Sala 2016'an ji bo gelê Kurd wê bibe saleke berxwedanê. Di heman demê de em serdemeke girîng a şoreşê dijîn. Şoreş bi berxwedaneke mezin re li nava bajaran belav bûye û gelek deverên Kurdistanê rabûne serhildanê.

Serketina li Kobanê bi dest hat xistin, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê hêzek e. Gelê Kurd di berxwedana Kobanê de cesareta xwe careke din danî holê û nîşan da ku ew ê ti carî dest ji azadiya xwe bernede. Serketina Kobanê hem ji bo me hem jî ji bo gelê me bû çavkaniyeke mezin a hêz û moralê. Hêza berxwedanê ya li Kobanê hat nîşandan îro li Bakurê Kurdistanê tê dîtin. Berxwedana bi fedaî ya gelê Kurd, ji bo gerîla cihê rûmetdariyê ye. Di vê dema ku em pêvajoya şoreşê dijîn de, ji ber ku em zarokên gelekî li ber xwe dide û xwe feda dike, em bi rûmet in.

'PROJEYA RÊBERÊ ME JI ALIYÊ GEL VE HAT PEJIRANDIN'

Gerîlaya YJA Starê Viyan Hawa Rêzan: Projeya jiyana nû ya Rêber Apo, ji aliyê gelê Kurd ve hat tercîhkirin. Lewma îro şerê gel ê şoreşger tê meşandin. Gelê Kurd bi temamî dewletê qebûl nake û dixwaze jiyan û sîstema xwe ava bike.

Sala 2016'an wê bibe sala berxwedana vê projeya ku ji bo tevahiay mirovahiyê hêviyeke nû diafirîne. Gelê Kurd ji aliyê dewletê ve gelek caran hat qetilkirin. Niha êşên xwe yên komî ser hev bûne veguherandiye hêzeke mezin û di rêya civakek bêdewlet de bi pêş de diçe. Sala 2016'an tevî hêviyên nû, wê mora xwe deyne binê serdemeke cuda.

Beriya her tiştî hêvîdarim ku wê sala nû bibe sala azadiya Rêberê me. Ji ber ku yê ku bingeha pêşeroja azad a hesreta bi hezaran mirovan e, ji aliyê Rêberê me ve hatiye danîn.

...