Di çalakiyên xwerêveberiyê yên li Ewropayê de AKP hat hişyarkirin

Li welatên Ewropayê, çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê didomin.

Li welatên Ewropayê, çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê didomin.

STÛTTGART

Di panelek li bajarê Elmanya Stûttgartê de, komkujiyên Mereş û Roboskî hatin şermezarkirin. Panela ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stûttgartê ve hat organîzekirin, saet di 14:00 dep êk hat. Di panelê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

Nûnerê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Mûstafa Deprem di axaftina xwe ya li vir de ragihand, ku dewlet qetlîamkeriya xwe li Roboskî, Cizîr, Silopiya, Kerboran û Nisêbînê didomîne. Demprem bang li Elewiyan kir ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin.

ESSEN

Li bajarê Elmanya Essenê, serxweşiya bavê 8 zarokan Medenî Orak ê li Nisêbînê hat qetilkirin, hat danîn. Di serxweşiyê de xizmên Orak Îsmet Orak, li ser navê Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş, Hecî Cemîl, li ser navê Meclîsa Jinan a Essenê Dayika Nazîre û gelek Kurdistaniyên ji derdora bajarê Bochûmê jî amade bûn. Aktaş di axaftina xwe ya li vir de berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê silav kir û destnîşan kir ku AKP mîna li Rojava wê li Bakur jî winda bike. Cemîl jî got, "Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li rûmetê ye."

TORONTO

Li bajarê Kanada Torontoyê, bexwedana gelê Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. Kurdistaniyan li Yonge&Bloor pankart vekirin û belavok belav kirin. Di çalakiyê de li hemberî qetlîamkeriya AKP'ê hişyarî hat kirin. 

MADRÎD

Li paytexta Spanya Madrîdê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin. Di çalakiya ku bi beşdariya Kurd û Spanyayiyan pêk hat de, girseya gel a li Metro Înglesîa li hev civiya, ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiya. Girseya gel a bi qîrîna dirûşmeyan meşiya, rastî astengiya polîsan hat. Girseya gel nehişt ku girse xwe bigihîne ber Konsolosxaneyê. Li ser vê yekê ji nû ve meşiya û careke din li Metro Înglesîa kom bû. Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin ku gelê Kurd êdî naxwaze ji aliyê hêzekê ev were kontrolkirin û hat destnîşankirin, ku ev yek daxwaz û mafekî rewa ye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan bi komkujiyan re nikare encamê werbigire û hat gotin, "Eger celadên bi pere yên AKP'ê hebin, tankên wê hebin, ê me Kurdan jî gerîlayên qehreman hene." Her wiha ev hişyarî li AKP'ê hat kirin: "Bêyî ku dereng bimîne li maseya aştiyê vegere, di bin çavdêriya çavekî sêyemîn de bi Serok Apo re re diyalogê bike, dawî li tecrîdê bîne. Naxwe sibe dikare dereng be."

...