Di bîranîna sala 4. a Roboskî de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin

Merasîma bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskî bi şiyara "Xwerêveberî li hemberî komkujiyan, aştî li hemberî şer" hat lidarxistin. Roboskiyiyan berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.

Di salvegera 4. a Komkujiya Roboskî de ku 34 ciwanên Kurd ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk di 28'ê Kanûna 2011'an de jiyana xwe ji dest dan, merasîma îsal a bîranînê bi pêşengiya Roboskî-Der, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Qilabanê pêk hat. Merasîma bîranîna bi şiyara "Xwerêveberî li hemberî komkujiyan, aştî li hemberî şer" hat lidarxistin. Merasîma îsal ji bo parêzerê Doza Roboskî Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çarling a Amedê hat qetilkirin, hat organîzekirin.

Di merasîma ku tevî Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Osman Baydemîr, Erdal Ataş, Mehmet Alî Aslan, Alîcan Onlu, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yûhanna Aktaş, Hevşaredarên Şirnexê û navçeyên wê bi hezaran kes amade bûn de, dirûşmên "AKP a kujer wê hesab bide", "Erdogan ê kujer wê hesab bide", "34 can dijîn, Roboskî li ber xwe dide", "Dewleta kujer wê ji Kurdistanê bicehime", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî berxwedana xwerêveberiyan" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Di merasîmê de wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya Roboskî-Derê hat daliqandin û tevî alên KCK, PKK, HPG û YPG posterên ji wêneyên 34 kesên li Roboskî hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.

'JI BER KU KUJER NAYÊN DARIZANDIN HER ROJ KOMKUJIYÊN NÛ TÊN KIRIN'

Li ser navê malbatên Roboskî Narîn Ant daxuyanî da çapemeniyê û bibîr xist, ku berpirsyarên komkujiyê hînê nehatine darizandin. Ant got, "Ji ber ku kujer nayên darizandin, her roj komkujiyên nû tên kirin. Bi qedexeyên derketina derve re ciwan, jin, zarok li Kurdistanê tên qetilkirin. Cenazeyên dayikan bi rojan li naverastê tên sekinandin, pitikên di zikê dayikê de tên qetilkirin. Li bajarên me Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Silopiyayê, bi tank, top û çekên giran dor li mirovên me hatiye girtin û mirovên me tên qetilkirin. Em ji Roboskî dizanin, ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan gelekî erzan e."

Ant diyar kir, ku dewlet qetil dike û kujer nayên darizandin û destnîşan kir, ku ew ê ti carî dest ji têkoşîn û lêgerîna xwe ya edaletê bernedin.

DAYIKÊN ROBOSKIYÎ: EM BERXWEDÊRÊN LI BER XENDEKAN SILAV DIKIN

Li ser navê dayikên Roboskiyî Felek Encu jî diyar kir ku kujer diyar in û got, "Yên ku îro li ber xendekan mîna şêran li ber xwe didin, ez wan hemûyan silav dikim. Ez ne tenê dayika yên li Roboskî hatine qetilkirin im, ez dayika hemû şehîdên Kurdistanê me. Ji Kobanê heta Pirsûsê, ji Cizîrê heta Amed Sûrê ez hemû berxwedêran silav dikim." Encu da xuyakirin ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nakin û got, "Bila dewlet ji me bitirse. Bila ji dayikan bitirse. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin."

BAYDEMÎR: GELÊ KURD WÊ LI BER XWE BIDE Û AZAD BIBE

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî got, "Îro jî zarokên me, pitikên me yên 3 mehî tên qetilkirin. Lê belê çawa ku em ji Xwedê bawer dikin; em bawer in ku gelê Kurd jî wê bi berxwedana xwe, bi têkoşîna xwe re azad bibe. Sedsala 21'an wê bibe sedsala azadiyê ya gelê Kurd, wê bibe sedsala azadiyê ya mezlûman. Xwedê tu xiyanetê neke para me! Kînga ew bû para me, hingî emanetê xwe ji me bistîne, ku em xiyanetê li gelê xwe nekin."

FERHAT ENCU JI QADÊN XWERÊVEBERIYÊ PEYAM ŞAND

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku niha li qadên xweparastinê yên Silopiyayê ye, peyamek şand. Peyama Encu ji aliyê Narîn Ant ve hat xwendin. Encu di peyama xwe de diyar kir ku dewlet dixwaze bi komkujiyê re serî li gelê Kurd bide tewandin û got, "Lê belê em ê serî netewînin. Ji qadên xwerêveberiyê, ji cihên ku Komkujiya Roboskî lê dewam dike, ez hemû mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane careke din bibîr tînim. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan bidomînin."

BEŞTAŞ: ROBOSKÎ BEXWEDANEKE BI RÛMET NÎŞAN DA

Paralmetnera HDP'ê ya Edeneyê û Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî da xuyakirin ku Komkujiya Roboskî veguheriye nîşaneya hovîtî û bêrûtiya AKP'ê û got, "AKP'ê xwest, bi dayîna pereyan ser vê hovîtiya xwe binixumîne. Lê belê Roboskiyan berxwedaneke bi rûmet nîşan da û destnîşan kir ku mesele ne meseleya pereyan e, mesele têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e."

Piştî axaftinan girseya gel ber bi goristana 34 ciwan lê hatin veşartin, meşiya.

...