Di bazirganiya Tirkiyeyê ya derve de faktora Başûrê Kurdistanê

Di bazirganiya Tirkiyeyê ya derve de faktora Başûrê Kurdistanê

Piştî ku AKP’ê di sala 2002’an de desthiladtarî bi dest xist, pêşîkî da bazirganiya derve. Li gor hikumeta Tirkiyeyê bazirganiya derve yanî hinardeya (îxracat) ji bo rola dewletê ya di qada navnetewî de û ji bo nîşandana hêza wî gelek girîng e.

Li Tirkiyeyê ji sala 1996’an heta 2002’an asta hinardeyê tenê ji 23 mîlyar dolarî gihişt 36 mîlyar dolarî. (Daneyên vê gotarê ji Ofîsa Bazirganiya Derve hatine wergirtin.) Yanî ji sedî 51 zêde bû. Lê di sala 2011’an de gihişt asta 135 milyar dolarî. Li gor sala 2012’an 3,7 qat zêde bû. Yanî nêzî 100 milyar dolarî zêde kir. Piştî qeyrana aborî ya li cîhanê ev rêje bi şiklekî hişk daket jêr. Di sala 2009’an de 102 milyar dolar, di sala 2010’an de jî daket derdora 114 milyar dolarî. Tirkiye herî zêde qasî ji sedî 46 hinardeya xwe ji Yekitiya Ewropayê (YE) re dike. Li gor sedsala 19’emîn an jî 20’emîn ev rêje gelek kêm e.

Di hinardeyê de herî zêde ya li dewletên Rojhilata Navîn dike. Di vê demê de hinardeya ji 2,6 milyar dolarî gihişt 27,9 milyar dolarî. Ji sala 1996’an heta sala 2002’an hinardeya Tirkiyeyê her daketiye jêr. Lê piştî sala 2003’an hinardeyê ji nişka ve zêde bûye û di sala 2011’an de gihiştiye ji sedî 20’an. Ev jî piştî hinardeya ji Iraqê re zêde bû gihişt vê astê.

Wek tê zanîn Tirkiyeyê piştî êrîa Seddam Huseyîn ya Kuweytê di warê aborî de gelek zirar dîtibû. Li gor daneyên fermî di sala 1990’an de hinardeya Tirkiyeyê derdora 215 milyar dolarî bû. Ev jî heta dema Rejîma Baasê ji desthiladtariyê dûr ket, asta herî bilind bû. Ji sala 1991’an heta 1997’an yanî di nava 7 salan de hinardeya Tirkiyeyê ya ji Iraqê re tenê 1 milyar dolar bû. Li gor daneyên fermî ji sala 1998’an heta 2002’an tu hinarde ji Iraqê re nehatiye kirin. Ji ber ku di daneyên fermî de cih nedane hinardeya ji Başûrê Kurdistanê re ev rewş derketiye holê. Di sala 2003’an de hinardeya Tirkiyeyê ya ji Iraqê re 713 milyon dolar bû. Ev ast di sala 2011’an de gihiştiye 8,3 milyar dolarî. Para Başûrê Kurdistanê di vê de 6 milyar dolar e. Bi van daneyan piştî Almanyaya Federal, Tirkiye di rêza duyem de ye. Malên Tirkiyeyê yên diçin Başûrê Kurdistanê di rêza 5’emîn de ne. Yanî Tirkiye piştî Almanya, Fransa, Îtalya û Îngilîstanê di rêza 5’emîn de ye.

Tabloya hinardeya Tirkiyeyê ya 2011’an a dewletên din ku ji 1 milyar dolar zêdetir e wiha ye.

Welat 2003 2004 2005 2006 2007 2008 2009 2010 2011

Almanya 7485 8745 9455 9686 11,993 12,952 9783 11,453 13,952

Iraq 718 1821 2750 2589 2845 3917 5124 6043 8312

Îng. 3670 5544 5917 6814 8627 8159 5915 7221 8152

Îta. 3193 4648 5617 6752 7480 7819 5890 6506 7852

Franse 2826 3668 3806 4604 5974 6618 6209 6037 6806

Rûsya 1368 1859 2377 3238 4727 6483 3202 4632 5993

DYA 3752 4860 4911 5061 4171 4300 3223 3768 4584

Spanya 1789 2620 3011 3720 4580 4047 2824 3564 3918

MYE 703 1144 1675 1986 3241 7975 2899 3338 3707

Îran 534 813 913 1067 1441 2030 2025 3043 3590

Hollanda 1526 2138 2470 2539 3019 3144 2124 2461 3244

Romanya 873 1235 1785 2350 3644 3987 2216 2599 2879

Erebîstan.S 741 769 962 983 1487 2202 1771 2220 2764

Misir 346 473 687 709 903 1426 2618 2261 2759

Çîn 505 392 550 693 1040 1437 1599 2260 2467

Belçîka 886 1183 1292 1381 1736 2122 1796 1961 2451

Îsraîl 1083 1315 1467 1529 1658 1935 1528 2083 2391

Azerbaycan 315 404 528 695 1048 1667 1399 1551 2064

Polonya 486 698 830 1060 1436 1587 1321 1505 1758

Ûkrayna 445 576 821 1121 1481 2188 1033 1261 1730

Bûlgaristan 622 894 1179 1568 2060 2152 1389 1498 1623

Suriye 411 395 552 609 798 1115 1425 1849 1610

Yewnanistan 920 1171 1127 1603 2263 2430 1634 1456 1553

Tirkmenistan 170 215 181 281 340 663 945 1139 1493

Swîsre 353 446 553 901 935 2857 3932 2057 1484

Cezayîr 573 806 807 1021 1232 1614 1780 1507 1471

Swêd 458 561 662 787 883 919 748 947 1183

Gurcîstan 155 200 272 408 646 998 766 769 1092

Awisturya 473 561 659 710 844 991 807 835 1052

Qibrisa Bk.320 470 754 885 932 1072 771 978 1023

Ji bilî Îngîlîstanê têkiliyên bi dewletên din re her diçe kêm dibe. Iraq 87 milyon dolar hinardeyê ji Tirkiyeyê re dike. Yanî di pratîkê wekî ku qet tune ye. Li gor vê hinardeya Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê her diçe zêde dibe. Qasî 8,2 milyar dolar e. Ji vê 6 milyar dolar ya ji Başurê Kurdistanê re ye. Têkiliya Tirkiyeyê ya bi Başûrê Kurdistanê re ne bi rêya Bexdayê ye, bi awayekî defakto ev têkilî tên meşandin.

Li gor sala 2011’an dewletên ku bi Tirkiyeyê re têkiliyên bazirganiyê her diçe zêde dibin.

Tabloya sala 2011

Welat 2011

Iraq 8225

Tevî Herêma Kurdistanê/ Iraq 5990

Brîitanyaya Mezin 2312

Mirîtiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) 2058

Azerbaycan 1802

Misir 1377

Suriye 1273

Tirkmenistan 1100

KKTC (Qibrisa Bakur) 942

Gurcîstan 778

Erebîstan Siûdî 762

Lê ev rewşa Tirkiyeyê heta hetayê wiha naçe. Hêj Tirkiyeyê ji bo hinardeya ji bo Iraqê hemû hêza xwe bi kar neaniye. Di nava 1-3 salan de dibe ku Tirkiye bi hinardeya xwe ji Almanyayê derbas nebe jî nêzî wê bibe. Daneyên yekemîn çarêka sala 2011’an vê dide nîşandan. Hinardeya di yekemîn çarêka sala 2012’an de bû 2 miyar 479 milyon dolar. Li gor heman çarêka sala 2011’an ji sedî 40 mezinbûn tê dîtin. Ev hecîm di yekemîn çarêka sala 2011’an de derdorê 1 milyar 760 milyon dolar e. Tirkeyeyê di yekemîn çarêka sala 2011’an de 3 milyar 378 milyon dolar hinardeya ji Elmanyayê re kiriye. Ev jî di de nîşandan ku li gor sala par ev rêje ji sedî 2 kêm mezin bûye. Di yekemîn çarêka îsal de Tirkiyeyê 719 milyon dolar hinarde ji bo Iraqê kiriye. Almanyayê jî di heman demê de 54 milyon dolar e.

Dema ku mirov li faktorên ku rê li ber zêdebûna hinardeya Tirkiyeyê ya ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê dimeyzîne gelek tiştên balkêş derdikevin holê.

Faktorên ku rê li ber zêdebûn hinardeya Tirkiyeyê vedikin:

1-Ji ber ku Iraq û Başûrê Kurdistanê li ser sînorê Tirkiyeyê lêçûnên hatin û çûyînê gelek kêm in.

2-Serfkarên heremê zêde guh nadin kalîteya mal. (Lê ev tenê niha wisa ye)

3-Di salên dawî de bandora çandî û bîrdozî ya Tirkiyeyê li ser civaka Iraqê bi taybet jî li ser civaka Başurê Kurdistanê pir mezin e. Ev jî bandorê li ser serfkarên herêmê dike.

4-Berdewamiya dahat petrolê.

Ji ber vê dema qala hinardeyê tê kirin ji bo Tirkiyeyê têkiliyên di navbera Bexda û Başurê Kurdistanê de gelek jî girîng nabe. Her çiqas Tirkiye li hemberî perçebûna Iraqê bi awayekî radîkal bisekine jî di nava 20 salên dawî de Başûrê Kurdistanê ji xwe re kiriye wekî berderê xwe. Bi şiklek din em bêjin, tu xema Tirkiyeyê nîne ku Hewlêr ji Bexdayê qut bibe. Heta ji bo hinardeya wî ev yek baştir e jî. Aramiya vê heremê girêdayî zêdebûna dahata petrolê ya herêmê ye. Ev dahat wê li hember mal, xizmet û kar herike Tirkiyeyê. Ji bo Başûrê Kurdistanê ji bilî Tirkiyeyê tu alternatîf tune ne.

Ger Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe îlan bike, wê di qada avakirin û serfkariyê de bibe sedema teqînekê. Ev jî dê ji bo hinardeya Tirkiyeyê bibe firsendekî zêrin. Îlankirina Kurdistan serbixwe wê statuya Tirkiyeyê ya vê derê jî zêde bike.

Serxwebûna Kurdistanê ya wê ji bo hikûmeta navendî ya Iraqê û gelê Iraqê jî baş bibe. Lewra, ji rizgarbûna Başûrê Kurdistanê “Ku her tim dibe sedema pirsgirêkan” wê pêşiya Iraqê jî veke û rehettir dewleta xwe wê ji nû ve ava bikin. Ev dê têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re jî bi hêztir bike.