Dewreya ‘Perwedeya Şehîd Siyabend’ bi dawî bû

Li Şirnexê yekem ‘Dewreya Perwedeya Şehîd Siyabend’ a YPS/YPS-Jin bi dawî bû.

Li Şirnexê yekem Dewreya Perwedeyê ya Şehîd Siyabend (Hecî Loqman Bîrlîk) a girêdayî Fermandariya YPS/YPS-Jin bi dawî bû. Gel jî beşdarî merasîma leşkerî ya ji bo mezûniyetê bû.

Gel şervanê ku mezûn bûn bi çepik, tilîlî û dirûşmên “Bijî Serok Apo û “Bijî Berxwedana YPS’ê” pêşwazî kir.

Di merasîma  bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir de sirûda “Ey Reqîb” hat gotin.

Piştî şervanan di merasîmê de sond xwarin, gel û şervanan govenda berxwedanê gerandin.

...