Dewleta Tirk li gundê Latîfî yê Qamişlo sînor derbas kir

Artêşa Tirk 25 metre sînorê Rojava derbas kir, li pey provakasyona ne.

Artêşa Tirk 25 metre sînorê Rojava derbas kir, li pey provakasyona ne. Artêşa Tirk bi bertekên tund yên welatiyên Qamişloyê re rû bi rû ma. Li cihê ku sînor derbas kirin, ji bo danîna diwar xîz û wesayîtên kar li ser axa Rojava bi cih kirine. 

Meclîsa Gel a Qamişlo û rêveberên rêxistinên civaka sivîl re bi gelê gundê Latîfî re çûn ser sînor, heyetek ava kirin û hinek hevdîtin pêk anîn. Li gorî agahiyên heyetê dan ANF’yê, artêşa Tirk ji bo gel gotine: “ Paş de bizivirin, ti kes nêzîkî sînor nebin.” Heyetê jî bersiva berpirsên artêşa Tirk da û got: “ Ev der axa me ye, axa Qamişloyê ye. Ev gel ji bo li hember provakasyonên we li vir amadeye, heta hûn sînorê me neterikînin, em ê li vir bin.”

Gelê Qamişlo wê sibehê li ser sînor nobedê bigirin.