Dewleta Tirk li Ewropayê hat protestokirin

Bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk û xwedîderketina li berxwedanên xwerêveberiyê, çalakiyên li Ewropayê dewam dikin. Di çalakiyên li Bremen, Aûrîch û Munchenê de li ser êrîşan agahî hatin dayîn.

Bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk û xwedîderketina li berxwedanên xwerêveberiyê, çalakiyên li Ewropayê dewam dikin. Di çalakiyên li Bremen, Aûrîch û Munchenê de li ser êrîşan agahî hatin dayîn.

LI BREMENÊ ZAROKAN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ PÊK ANÎN Û TV ZIYARET KIRIN

Li bajarê Elmanya Bremenê, zarokên Kurd ên xebatên hunerî dimeşînin, hikûmeta AKP û dewleta Tirk a jin, zarok, extiyaran qetil dike, şermezar kirin. 

Li dijî dagirkerî û komkujiyên li Kurdistanê, koroya zarokan a Koma Zarokên Aram Tîgran, Koma Zarokên Aram Tîgran a govendê, Koma Rengîn, Koma Zarokên Rojava û hunermendên herêmî li gara trenê ya Bremenê çalakiya rûniştin lidar xistin. Di çalakiya ku bi qasî sê saetan dewam kir de zarokan belavok belav kirin û li ser komkujiyên li Kurdistanê agahî dan mirovan.

Piştî çalakiya li gara trenê, zarokan berê xwe dan herêma navenda Radio Bremen TV û dest bi meşê kirin. Zarokan bi rayedarên Radio-TV re hevdîtin kirin û dosyayek li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike pêşkêşî rayedaran kirin. Rayedaran jî diyar kirin ku ew çalakiya zarokan watedar dibînin û ew ê hewl bidin desteka pêwîst bidin wan.

LI AÛRÎCHÊ KOMKUJIYA ROBOSKÎ Û KOMKUJIYÊN DIN HATIN PROTESTOKIRIN

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Aûrîchê dijîn, di salvegera 4. a komkujiya Roboskî de 34 ciwanên Kurd ên ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bibîr anîn.

Kurdistaniyên bi vê armancê li Aûrîch Marktplatzê civiyan, bang li Ewropayê kirin, ku êdî ji bo mirovên li Kurdistanê tên qetilkirin, bikeve nava tevgerê.

Di çalakiyê de belavokên li ser mijarê yên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Qisekeran bang li hikûmeta Elman kirin ku xwe ji dîktatoriya Qesrê ya Erdogan vegire û li cem gelê Kurd cih bigire.

Di çalakiyê de Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPG) a çend roj berê hat ragihandin, hat silavkirin.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê, çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî komkujiyan dewam dikin. Ciwanan duh qenala dewleta Elman ARD û saziya televızyon û radyo ya bi navê Bayerîscher Rûndfûnk a li heman avahiyê, dagir kiribûn.

Ciwanên ku ji ber çalakiya dagirkirinê rastî destwerdanê nehatin, bi rayedarên saziyê re hevdîtin kirin û dosyayek pêşkêş kirin.

Piştî hevdîtina bi rayedarên saziyê û guhdarîkirina li daxwazên ciwanan, çalakî bi dawî bû. Ciwanên Kurd ên li Munchenê diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li berxwedan û xwerêveberiya li Kurdistanê, zêde bikin.

...