Dewleta Tirk li 5 bajarên Swêdê hat şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî bajar û navçeyên Kurdistanê, tên şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî bajar û navçeyên Kurdistanê û ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Sûr, Cizîr, Siloiya, Kerboranê, duh li bajarên Swêd Goteborg, Kalmar, Gavle, Borlange û Stockholmê çalakî hatin lidarxistin.

GOTEBORG: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê, bi qasî 100 Kurdistanî li Parka Brûnnê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmeyan xwerêveberiyên li Bakur silav kirin û terora dewleta Tirk şermezar kirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Abdullah Devecî li vir peyivî û bang li hemû Kurdistaniyan kir, ku bala xwe li ser rewşa Bakurê Kurdistanê be. 

KALMAR: Li ber dêra mezin a li bajarê Kalmarê jî, Kurdistanî saet di 13:00 de li hev civiyan û ber bi Meydana Lamtorgetê meşiyan. Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina AKP, Erdogan û çeteyên DAIŞ'ê dowîz û pankart vekirin û ji dewleta Tirk xwestin, ku tavilê êrîşên xwe yên li hemberî Sûr, Silopiya, Kerboran û gelemperiya Bakurê Kurdistanê bisekinîne.

GAVLE: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr xwepêşandanek hat lidarxistin. Nûnerê PYD'ê yê Awûstûryayê Dr. Sebrî ku ji bo serdanekê li Swêdê ye, li vir axivî û bal kişand ser berxwedana Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Cizîr û Kerboranê. Dr. Sebrî got, "Çawa ku di pêvajoya Kobanê de me têkoşîna xwe bi biryardarî meşand, niha jî em ê bi heman biryardariyê li ber xwe bidin. Em ê vê dorpêçiyê bi berxwedana gelê xwe û desteka gelê xwe yê li Ewropayê bişikîne. Di demeke nêz de em ê mizgîniyê werbigirin." Li ser navê malbatên şehîdan jî Vecdîn Batte destnîşan kir ku heta şikandina dorpêçiya li Bakurê Kurdistanê ew ê têkoŞîna xwe bidomînin.

BORLANGE Û GAVLE: Piştî Ûppsala û Orebro, Kurdistaniyên li Borlange û Gavle jî bi çalakiyan xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kirin. Di çalakiyan de komkujî û êrîşên dewleta Tirk jî hatin şermezarkirin. Di axaftinên li çalakiyê de bêdengî û helwesta ji nedîtî dîtin a Yekîtiya Ewropayê bi tundî hat şermezarkirin û banga xurtkirina piştgiriyê li gel hat kirin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê jineke ciwan, ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk dike, çalakiyeke balkêş pêk anî. Jina ciwan rêya herî qelebalix a Stockholmê li çûn û hatinê girt û li kolana Drottnîngsgatanê kefenê bi xwîn li xwe kir û devê xwe bi bandê girê da. Jina ciwan dowîza bi nivîsa "Dema hûn Noelê pîroz dikin, em şîna bi sedan zarokên Kurd ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, digirin" hilgirt.

...