Dewleta Tirk hewl dide Cizîrê bi topên tankan ve xera bike
Hêzên dewleta Tirk ên nikarin li Cizîrê berxwedana gel bişkînin ji bo bi zorê gel bide koçkirin ji duh êvarî ve bi tankan êrîşên xwe zêdetir kirin.
Hêzên dewleta Tirk ên nikarin li Cizîrê berxwedana gel bişkînin ji bo bi zorê gel bide koçkirin ji duh êvarî ve bi tankan êrîşên xwe zêdetir kirin.
Hêzên dewleta Tirk ên nikarin li Cizîrê berxwedana gel bişkînin ji bo bi zorê gel bide koçkirin ji duh êvarî ve bi tankan êrîşên xwe zêdetir kirin. Li bajêr topbarana tankan kêliyekê jî nesekinî, gelek mal ji ber bomberdûmanê xera bûn. Kûmrû Ayer (60), Şîrîn Ayer (56), Mehmet Ayer (83) ji ber mala wan bû hedefa topan birîndar bûn.
Li Cizîrê ku terora dewleta Tirk di roja 19. de didome, hêzên dewletê nikarin berxwedana gel bişkînin, ji bo karibin bi zorê bidin koçkirin malan bi topbaranê ve hildiweşînin. Li taxên Cûdî û Nûrê ji duh êvarî ve topbarana tankan bê navber didome. Li her du taxan jî ji ber topbaranê gelek mal xera bûn. Li Taxa Cûdî, Kûmrû Ayer (60), Şîrîn Ayer (56), Mehmet Ayer (83) ji ber mala wan bû hedefa topan birîndar bûn. Mudaxeleye destpêkê ya birîndaran li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê ya hatin sewqkirin pêk hat.
Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz li bajarê ku ji duh ve her kêlî tank û çekên giran dixebitin e, ji hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: “Dewlet li Cizîrê ji êvarî ve bêyî navberê bidê ev 20 roj in li ser gelê tî û birçî topan dibarîne. Gel neçarî koçê dike. Dewlet niha li Cizîrê li ser gel qetlîamek bi kontrol û sîstematîk pêk tîne. Armanc jî koçkirinek postmodern e. Piştre jî hilweşandina bajar e. Ev jî çareseriya wan e.”