Dewleta Tirk a jê nayê berxwedanê bişikîne, har dibe

Hêzên dewletê li Cizîrê êrîşên xwe dijwartir kirin. Polîs û leşkerên Tirk ên nikarin berxwedana xwerêveberiyê bişikînin, bi tank û topan hewl didin bajêr hilweşînin. Di êrîşên awî yên hêzên dewletê de Nûrettîn Çagli (73) birîndar bû.

Di roja 19. a berxwedana Cizîra Botan a li dijî terora dewleta Tirk de, çekdarên dewletê bi tank, top, maşînên zirxî û çekên giran êrîşên xwe didomînin.

Tîmên taybet ên Tirk ku duh bi şev hewl dan bi dizî xwe berdin nava Taxa Cûdî, rastî bersiva hêzên xweparastinê hatin û di şerê li vê derê gelek polîsên tîmên taybet hatin kuştin. Cenazeyên polîsên hatin kuştin û yên birîndar bûn bi helîkopteran hatin rakirin û ew birin Şirnexê.

Di vê navberê de, li taxa Cûdî ya Cizîrê ji ber topek tankê li malekê ket, Nûreddîn Çagli (73) ê destnimêj digirt, ji lingê xwe birîndar bû. Ji ber ku polîsan nehiştin servîsa lezgîn a 112 bikeve nava taxê Çagli demeke dirêj li erdê ma. Bi alîkariya gel Çagli radestî ambûlansa xwe gihand Kolana Orhan Dogan hat kirin. Cenazeyê Cabbar Taşkin (40) ê duh bi şev di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da, ji ber ku polîs nahêlin ambûlans bikeve nava taxê, hînê li cihê lê hatiye qetilkirin e.

Li taxa Nûrê jî, tankên li Tabûra Tankan a li Kolana Kûştepe bi cih bûne, ji duh êvarê ve topan diavêjin taxê û bi hilweşandina hemû malên li kolanê re hewl didin bi pêş de biçin. Mizgefta Xêrxwaz a li taxê jî bû hedefa topan. Ji ber topbaranê mizgeftê zerar dît. Sekvanên li derdora taxê jî guleyan dibarînin.

Taxa Yafesê jî yek ji cihên di hedefa hêzên dewletê ye. Tankên li Girê Hastane bi cih bûne, topan diavêjin nava taxê. Ji ber topbaranê gelek heywan telef bûn û gelek xanî jî xera bûn.