Destûr nedan cenazeyê gêrîla Dogan bigirseyî bê defin kirin

Destûr nedan cenazeyê gêrîla Dogan bigirseyî bê defin kirin

Defirinkirina cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Servet Dogan yê ku li herêma Besta ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bû polîsa destûr neda bigirseyê bê defin kirin û li ser vê yekê esnafên Pirsusê dikanên xwe girtin û ev yek şermezar kirin.

Cenazeyê gêrîla Servet Dogan (Gezgor Suruç) yê ku li herêma Besta ya Şirnexê yê di 12-15'ê sibatê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Polîsan cenazeyê Dogan li Pirsusê destser kir û şevê di demjimêr 00.00'an de li Goristana Şixnasirê hate definkirin. Gelê Pirsusê li dijî vê yekê bertek nîşan da û serê sibê dikanên xwe venekirin. Serê sibê bi hezaran kes çûn mala şînê ziyaret kirin. Parlementerên BDP'ê Ertugrul Kurkçu û Îbrahîm Bînîcî, Wekîla Şaredarê Pirsusê Hulya Demîr û bi sedan kes li navenda sûkê hatin cem hev û ber bi taxa Cumhuriyetê ya konê şînê lê dest bi meşê kirin. Di meşê de slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin. Piştî girse çû konê şînê rêzgirtin pêk hat û dua hatin xwendin.

Parlementerê BDP'ê Kurkçu, diyar kir ku mirin qedera gelê Kurd nîne divê ev mirin bi dawî bibin. Kurkçu, anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê yên înkarê berdewam dike. Kurkçu, da zanîn ku li Tirkiyeyê dîktatoriya Tayyîp Erdogan heye. Kurkçu, sersaxî li malbata Dogan da.