Dersxaneyên Sûr yên Gulen hatin hack kirin

Dersxaneyên Sûr yên Gulen hatin hack kirin

Malpera înternetê ya Dersxaneyên Sûr ya girêdayî Cemaeta Fethullah Gulen ji aliyê komek ya hackeran ve hate hilweşandin.

Malpera înternetê ya Dersxaneya Sûrê (www.sur.com.tr) ji aliyekê hackerên Kurd yên bi navê Anarchy Cr3w ve hatiye hack kirin. Ev peyam danîn malperê de. “Zarokên Nerawestiyayî yên Sîstemê…We bigirînê Dayîka Gel Giriyand ! Hûn bi bazirganiya ol, keda gel dixwin. Bi gotina ‘Birayên min yên Oldar yên Birêz’ gotinên hestiyarî dibêje û heya girtina dengan diçe, ey cemaeta Misilman ev dê heya kuderê biçe? Pêwîste êdî mirov ji vê re bêje rawest. Kes nemaye nezane Cemaeta Fethullah Gulen bi FBI’ayê re dişixule.”

Li gorî demjimêra Tirkiyeyê heya 16.04’an jî nivîsa hackeran danî malperê dima. Şeklê malperê yê hatî hack kirin dikarin di vê navnîşanê de bibînin: http://zone-h.org/mirror/id/18177193