Dermankirina rojnamevanê birîndar bi îdîaya "biryara girtinê heye" tê astengkirin

Dîmenkêşê IMC TV Refîk Tekîn dema kû nûçe dişopand hat birîndarkirin, li ser sewqkirina nexweşxaneyek din bi îdîaya biryara binçavkirinê heye hat astengkirin.

Gelê ku ji bo birîndar û welatiyên li Taxa Cûdî ya Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin rakin, di encama gulereşandina polîsên Tirk de dîmenkêşê IMC TV Refîk Tekîn dema ku nûçe dişopand hat birîndarkirin, li ser sewqkirina nexweşxaneyek din bi îdîaya biryara binçavkirinê heye hat astengkirin.

Gelê ku ji bo birîndar û welatiyên li Taxa Cûdî ya Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin rakin, di encama gule reşandina polîsên Tirk de dîmenkêşê IMC TV Refîk Tekîn dema ku nûçe dişopand hat birîndarkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Ji bo xebatkarên IMC TV yên ku xwestin ji bo emeliyata Tekîn rakin nexweşxaneyek din a Amedê, polîsan gotin “Di derbarê wî de biryara binçavkirinê heye, hûn nikarin bibin”, şandina Tekîn a ji bo Amedê hat astengkirin. Hat ragihandin ku odeya Tekîn lê dimîne 3 polîs nobedê lê digirin.

Tekîn dema rakirin nexweşxaneyê di ambûlansa li nêzî avahiya Qonaxa Hikûmetê ya Cizîrê ji aliyê polîsan va hat rawestandin û derbkirin.