Derket holê ku Çikal ne ji ber krîza dil, bi parçeyê şarapnelê hatiye qetilkirin

Cahîde Çikal ku hatibû gotin li Cizîrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê derket holê ku bi parçeyê şarapnelê yê li bedena wê ketî, jiyana xwe ji dest daye.

Cahîde Çikal ku hatibû gotin li Cizîrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê derket holê ku bi parçeyê şarapnelê yê li bedena wê ketî, jiyana xwe ji dest daye.

Cahîde Çikal a ku li Cizîrê di dema topbaran û êrîşên giran ên dewleta Tirk de li mutbexa mala xwe ji nişka ve ket erdê û hat gotin ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye, derket holê ku ji ber parçeyê şarapnelê yê bomberdûmana çekdarên dewleta Tirk de jiyaan xwe ji dest daye.

Hevser û diya wê cenazeyê Çikal danê sibehê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li vê derê aşkera bû ku Çikal ji ber parçeyê şarapnelê yê li bedena wê ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyê din, rayedaran bi hinceta ku 'li Nexweşaneya Dewletê ya Şirnexê cih nîne' cenaze qebûl nekirin. Malbatê li ser vê yekê ji neçarî cenazeyê Çikar bir Cizîrê.