Demokrasiya pêşketî û kujertiya zarokan!

Demokrasiya pêşketî û kujertiya zarokan!

Di van sê rojên dawiyê de li Şirnex, Wan û Mûşê 3 zarokên din jiyana xwe ji dest dan. Vê yekê jî careke din zarokên di serdema rejîma AKP’ê de hatine kuştin anî rojevê. Hejmara zarokên Kurd ên di serdema “demokrasiya pêşketî” ya AKP’ê de hatin kuştin 178 e.

Roja borî, du zarokên Kurd Fûat Sak û Seray Yavûz di encama teqîna jibermayên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Veysî Demîr jî di encama gulebarana artêşa Tirk de li ser sînorê Bakûr-Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Demîr hat kuştin, leşkerên Tirk ew spartin axê.

Dîsa, rojên borî, Mazlum Akayê 11 salî, di encama berika bombeya gaze ya polîsên Tirk li serê wî xistin de li Edeneyê jiyana xwe ji dest da.

AKP di sala 2002 de hat ser desthilatiyê û ev 10 salên wê temam bûn. Rejîma AKP’ê bi îdîaya “demokrasiya pêşketî” hat desthilatiyê û li hemberî Kurdan şerê topyekun îlan kir. Ûgûr Kaymazê 12 salî û Enes Atayê 8 sal du ji vana ne.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di her carekê de zarokên Filistînî yên li Îsraîlê tên kuştin bi bîr tîne, lê di xwepêşandanên di 28’ê adarê de li Amed û Qoserê pêk hatin zarokên Kurd weke hedef nîşan dabû.

Erdogan wiha gotibû; “Zarok be jî, jin be jî, dê hêzên ewlekariyê tişta pêwîst bikin” û di encama bûyerên 28’ê adarê de dest pê kirin ev zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan: Fatih Tekin (3), Abdullah Duran (9, Enes Ata (8), Mahsum Mızrak (17), Emrah Fidan (17) û Îsmail Erkek (8).

Di 15’ê sibata 2008 de Yahya Menekşe yê 16 salî, li navçeya Cizîra Şirnexê, di xwepêşandana protestoyî ya ji bo girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji aliyê panzer polîsên Tirk ve hat perçiqandin û jiyana xwe ji dest da.

Ceylan Onkol, di 28’ê îlona 2009 de dema li navçeya Licê Amedê pezê xwe diçêrand, di enama guleya hewanê de jiyana xwe ji dest da.

Di 9’ê cotmeha 2009 de, Mehmet Uyutunê 18 mehî, gava di himbêza dayîka xwe bû, bombeya gazê li sere wî ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî demekê, di xwepêşandana li Colemêrgê de Enver Tûran ji aliyê çawişek pispor ê Tirk ve hat kuştin.

Di sala 2010 de Rojîvan Îdem (11), Umut Furkan Akçil (7), Ahmet Îmre (12), Îsa Îbrahimzade (14), Canan Saldik (16), Birem Basan (14), Oguzcan Akyurek (13), Îzzettin Boz (14) û Mehmet Nuri (14) jiyana xwe ji dest dan.

Rejîma AKP’ê di salên 2011-2012 de rêjeya tundiyê bilind kir û ev yek bû sedem ku li gorî salên borî zêdetir zarok bêne kuştin.

Hejmara zarokên di salên 2011 û 2012 de hatine kuştin:

2011

17 Nîsan: Baran Ozyolcu (12)- Patnos.

20 Nîsan:Îbrahim Oruç (17) Bismil

7 Pûşper: Umut Petekkaya(15)- Çermûg.

26 Tîrmeh: Dogan Tayboga (13), Silopî

11 Îlon: Osman Erbaş (14)-Şemzînan

26 Îlon: Sultan Dogrul (4) -Êlih

29.12.2011 – Roboskî

Ozcan Uysal (18)

Celal Encu (15)

Erkan Encu (13)

Adem And (15)

Mehmet Encu (15)

Şervan Encu (16)

Cemal Encu (16)

Şıvan Encu (14)

Bilal Encu (15)

Mahsum Encu (16)

Salih Encu (17)

Serhat Encu (17)

Savaş Encu (15)

Çetin Encu (12)

Bedran Encu (12)

Huseyin Encu (18)

Aslan Encu (15)

Orhan Encu (15)

Fadil Encu (16)

Vedat Encu (16)

Cîhan Encu (16)

Erkan Encu (13)

2012

Ozgür Taşan (15) Colemêrt-Gever

Yusuf Yılan (9)Erzirom– Qereyazî

Ertan Tilaver (14)

Nurhak Çartay (18) Amed

Mazlum Akay (11) Edene

Seray Yavuz (8) Mûş

Veysi Demir (13) Wan