Demîrtaş: Ev dewlet ne ya Kurdane, Kurdistan ya Kurdane

Demîrtaş: Ev dewlet ne ya Kurdane, Kurdistan ya Kurdane

Malbatên 34 welatiyên sivîl yên di komkujiya Roboskiyê de ji aliyê balafirên şer yên tirk ve hatin qetilkirin, Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kir. Di ziyaretê de Malbatê anîn ziman ku, 7 meh di ser komkujiyê re derbaz bû hêj bûyer ronî nebûye û ji bo ser komkujiyê bigirin zulmê li malbatan dikin." Hevserokê Giştîe yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş anî ziman ku, dewlet dixwaze ser komkujiyê bigire û wiha got: "Em dê 4 rojên Cejna Remezanê li ser goristanan bin û çalakiyan pêk bînin. Ez ji Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bi Rayeya Taybet re faîlan bêjim. Kujer R. Tayyip Erdogan, Nejdet Ozel, Fermandarê Hêzên Hewayî, Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê û Qeymeqamê Qilebanê ye. Dewlet ya we ye, lê Kurdistan ya Kurdane. Vê yekê qet ji bîr nekin."

Malbatên 34 welatiyên sivîl yên di komkujiya Roboskiyê de ji aliyê balafirên şer yên tirk ve di 28'ê Kanûna 2011'an hatin qetilkirin Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kir. Malbat li Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji aliyê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Endama Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut pêşwazî kir. Ji malbatên Roboskiyê Ferhat Encu anî ziman ku, di ser komkujiya Roboskiyê re 7 meh derbaz bûn, lê hêj komkujî ronî nebûye. Hêj îfadeyên wan nehatine girtin. Komkujiya li Roboskiyê li hemberî mirovahiyê pêk hatiye."

'5 ROBOSKIYÎ REHIN TÊN GIRTIN’

Encu xwest ji bo kujer bên darizandin û cezakirin her kes di nava hewldanan de be û wiha got: "Li ser Roboskiyê zulmek tê meşandin. Leşker û dewlet zextan li ser malbtana zêde dike. Ji bo ser komkujiyê bigirin çi ji destê wan tê dikin. Heta ku komkujî ronî bibe em dê her tim bertekên xwe bînin ziman. Ji ber ku kujer nehatin girtin hevalekî me sîle avêt Qeymeqam. Lê ji ber sîleyekê 5 hevalên me rehîn hatine girtin. Lêgerîna me ya edaletê dê heta dawî bidome.

Me bi dozgerê komarê re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku, tu sûcê van mirovan tune. Lê hişmendiya Dozger, qeymeqam, walî û Wezîrê Navxweyî tev yeke. Li Roboskiyê 5 kes hatin girti nû derbarê 15 kesan de biryara lêgerînê hatiye girtin. Niha jî dibêjin 15 kesan bînin ez dozê vekin. Dibêje heta hûn 15 kesan nînin ez îdîaameyê amade nakim. Raste rast 5 hevalên me rehîn hatine girtin. Em dixazin ev bêhiqûqî û ev zulim bi dawî bibe.

'EM DÊ 4 ROJAN LI SER GORISTANAN BIN’

Encu ani ziman ku, 34 mirovên wan hatine perçekirin. Hikûmeta AKP'ê 10 salin cejnê li me dike jehir. Ji bo ku ser komkujiyê neyê girtin em dê 4 rojan li ser goristanan çalakiyê pêk bînin. Em bang li her kesî dikin û dixwazin li hemberî ve yekê bi hestiyar tev bigerin.

'HIN MALBATÊN RASTÎ GEFAN TÊN NIKARIN BIÇIN SER GORÊN XWE'

Xizmên kuştiyan Ubeydullah Encu jî anî ziman ku, ew tezminatê qet qebûl nakin û wiha got: "Hin kes dibêjin tezminat girtine. Lê heta niha tu kesî tezmînat negirtiye. Ger ku kesekî tazmînat girtibe bila Waliyê Şirnexê daxuyaniye bide û aşkere bike. Dibêjin 700 kadro dane. Kadroyên çi, halê çi? Kadroyên cedevaniyê didin."

'HETA KUJER BÊN DARIZANDIN EM DÊ DOZÊ BIŞOPÎNIN'

Pişt re Hevserokê Gişti ylê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, ji ber serdana malbatên Roboskiyê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "7.5 mehin komkujiya ku li ber çavê hemû cîhanê pêk hat, hêj nehatiye ronîkirin. Berpirsiyar û kujer diyar in. Her tişt aşkere ye. Ji roja ewil de dewletê ser komkjiyê veşart. Feraseta dewletê ya komkujiyê berdewam dike. Ez ji Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bi Rayeya Taybet re faîlan bêjim. Kujer R. Tayyip Erdogan, Nejdet Ozel, Fermandarê Hêzên Hewayî, Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê û Qeymeqamê Qilebanê ye. Em li dijî feraseta faşîst a dewletê têdikoşin. Devlet ya we ye, lê Kurdistan ya Kurdan e. Vê yekê qet ji bîr nekin. Me ji bo gelê xwe sond xwariye em qet dest ji vê dozê bernadin û heta em kujer û berpirsiyar bên cezakirin em dê têbişoşin. Em behsa 34 berxan nakin. Em behsa 34 mirovên ciwan dikin.

ÇIMA HETA NIHA KUJER NEHATIN DÎTIN Û DARIZANDIN

Demîrtaş bilêv kir ku, çawa dibe piştî kesekî sîle li Qeymeqam da 5 kes hatin girtin û niha wekî rehîhan tên girtin û çawa dibe ku hêj kujer nehatine binçavkirin û darizandin. 7.5 mehin hêj ji bo kujer bên darizandin tu gav nehatine avêtin. Em her tim bang li dozgeran dikin û dibêjin hûn hêj li digerin berpirsiyar Serokwezîr, Wezîr û fermandarên leşkerî ne.

Demîrtaş destnîşan kir ku, zarokekî kevir davê polîsan di nava 10 hezar kesan de polîs didin pey wî û wî digirin, lê berpirsiyarên komkujiya Roboskî ku li ber çavê hemû cîhanê pêk hat, hêj nehatiye ronîkirn. Em dibêjin dewlet ya we ye, ji ber ku ne ya kurdan e. Em dêjin, Kurdistan jî ya kurdan e. Em dêjin ev axa ku hûn li ser wê serdestiyê dimeşînin ya kurdan e. Ji ber vê yê Roboskiye ronî nakin. Li tirkiyeye hembera wê ya hiqûqî tune. Aliyê wê yê wîjdanî heye. Zagonên Tirkiyeyê dibêjin ser kuştinan bigirin. Dibêjin dema we kurt kuştin ser wê bigirin."

Demîrtaş destîşan kir ku, bi Qeymeqamê Qilebanê re hevdîtin pêk anîne û wiha berdewam kir. Roja Komkujiyê min bi Qeymeqam re hevdîtin kir û min got tu jî kurd e ger wijdanê te hebe îstifa bike. Min got dê ser komkujiyê bigirin. Lê qeymeqam got na û îstîfa nekir. Bine tu jî kirin maşik.

Demirtaş, bilêv kir ku heta komkujî ronî bibe dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha pêde çû: "Em dê ji bo kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane Bîrdariyê çêkin. Ger ku malbat erê bikin em dê li gorî wan bîrdariyek dîrokî çêkin. Em dê di cejna Remezanê de li gel malbatan 4 rojan çalakiya li ser goristanan pêk bînin.

13 ROJIN LI ŞEMZÎNAN JI KONTROLA DEWLETÊ DERKETIYE

Demîrtaş anî ziman ku, 13 rojin 300 kilometre kare axa Tirkiyeyê ji bin kontrola dewletê derketiye û wiha berdewam kir. Hikûmet vê yekê vedişêre. 13 rojin li wê derê dewletê kontrola xwe winda kiriye. 3 meh emir dabûn PKK'ê Le niha PKK'ê Şemzinan ji destê T.C'ê derxistiye. Dixwestin operasyona dervê sînor pêk bînin, lê dijberî vê yekê PKK'ê operayona dersînor pêk anî. 300 kilometrekare kirine bin kontola xwe.