Demirtaş: Em amade ne ji bo leşkerên dîl bikevin dewrê

Demirtaş: Em amade ne ji bo leşkerên dîl bikevin dewrê

Hevserokê Giştî yê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ji bo serbestberdana leşkerên dîl ên ji aliyê HPG’ê ve hatine binçavkirin, di çarçoveya daxwazên malbatên wan de amade ne bikevin dewrê. Demîrtaş destnîşan kir ku ger tecrîda ku saleke zêdetir e li ser Ocalan berdewam dike, were rakirin, pevçûnê dibe rawestin.

Demîrtaş ji BBC Tirkî re axivî û diyar kir ku PKK bi xwe biryarên xwe digire, pêk tîne û muxalefetiya xwe ya çekdarî hilbijartiye û destnîşan kir ku hemleyên leşkerî yên ku PKK dimeşîne tu têkiliya wan bi BDP’ê re tune ne.

Demîrtaş ragihand ku xebatên PKK dimeşîne yekser bandorê li ser cemawera BDP’ê jî dike û got; “Dema em siyaseta xwe amade dikin, em vana hemûyan li ber çavan digirin. Lê ez bawer nakim ku taktîkek wisa ya PKK’ê hebe ku bajarek, cihek bixe bin kontrola xwe û ji bo demek dirêj di destê xwe de bihêle. PKK ji bo afirandina çareseriyeke siyasî, dibe ku hêza xwe ya leşkerî îsbat bike.”

Demîrtaş, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan jî û diyar kir ku ger tecîrda li ser Ocalan a ku zêetirê salek e berdewam dike, rabe, dibe pevçûn jî rawestin. Hevserokê BDP’ê wiha got; “Dikarin tecrîda li ser Birêz Ocalan rabikin. Dikarin şert û mercên ku parêzer, malbat û heta rêxistin bikarin pêre hevdîtin pêk bîne, ava bikin. Ji bo bikare roja xwe di aşitiyê de bileyîze, dikarin ji Îmraliyê derbixin. Hukûmet dikare hepsa malê û heta azadiya wî bi awayeke programatîk bîne rojevê. Ev jî pêvajoyek e. Ger bernameyek wiha ji bo Ocalan were pêkanîn, ev yek dikare vî şerî rawestîne. Bi vê yekê, dibe deriyê çareseriyê vebe, ji ber ku Birêz Ocalan rêberek li ser tevgera Kurdan û li ser Kurdan xwedî bandor e. Ev zêdetirê salek e nikare hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne. Sax be, ne sax be, nayê zanîn, nayê zanîn ka rewşa wî baş e an na. Ev yek jî di nava PKK’ê de rê li ber bertek û hêrsek mezin vedike. Ji ber ku rayedarên PKK û beşek mezin a gel vê dibêjin: ‘Nêzîkatiya li hemberî Ocalan, nêzîkatiya li hemberî me ye. Dewlet çawa nêzî Ocalan bibe, ev yek tê wê wateyê ku wisa nêzî me jî dibe’. Bi ya min ger bi awayeke pozîtîf nêzîk bibin, dê PKK û gelê Kurd jî pozîtîf nêzîk bibe. Bi ya min pêngava divê herî zû bê avêtin, dive pêngava ji bo Îmraliyê bê avêtin be."