Demîrel got, "Em meseleyê li ser destnedanê nanirxînin. Destnedan parçeyek ji konsept şer e, lê belê Qesr dema vê dike di heman demê de dest li AKP'ê û partiyeke li derveyî erka xwe ya destûra bingehîn e werdide."
ELÎF DOGAN
AMED / ANF
sêşem, 10 gulanê 2016, 07:00
Demîrel got, "Em meseleyê li ser destnedanê nanirxînin. Destnedan parçeyek ji konsept şer e, lê belê Qesr dema vê dike di heman demê de dest li AKP'ê û partiyeke li derveyî erka xwe ya destûra bingehîn e werdide."
Cîgira Seroka Koma HDP'ê ya Parlamentê Çaglar Demîrel mijara destnedanê ji ANF'ê re nirxand.
Demîrel da xuyakirin, piştî hilbjiartinên 7'ê Hezîranê pêvajoyeke nû destpê kiriye û di 8'ê Hezîranê de AKP/Qesrê darbe kirine.
Demîrel diyar kir, heman piştî pêkhatina hilbijartinê ji nû ve ferzkirina hilbijartinê, destpêka darbeyê bû û got, "Ji aliyekî ve konsepta şer xist meriyetê, li aliyê din jî bi sîstema darbeyê ve şert û mercên avakirina hikûmeta koalîsyonê biz zorê ji holê rakir û darbeya sîstema serokatiyê ya bi tena serê xwe pêk anî."
Demîrel da xuyakirin, ku AKP tevî hemû hêza dewletê piştî desthilatdariya xwe ya 13 salan cara yekemîn bi tena serê xwe nebû desthilatdar û ev nirxandin kir: "Armanca wan dervehiştina HDP'ê bû. Lê belê piştî ku HDP'ê bend derbas kir û cihê xwe di parlamentê de girt, hewl da siyaseteke xurt bimeşîne. Ev konsepta şer li parlamentê, li kolan û qadan deşîfre kir. Bi desthilatdariya AKP'ê re em bi zîhniyeteke her roj mirovan qetil dike re rû bi rû man. Û me ev yek bi rengekî gelekî vekirî li plarlamentê bilêv kir. Ji ber ku niha HDP'ê weke yekane alternatîfa AKP/Qesrê dibînin, di nava hewldana dîskalîfiyeya HDP'ê de ne. Mesele ne tenê meseleya destnedanê ye. Em meseleyê di ser destnedanê nanirxînin. Destnedan parçeyek ji konsept şer e, lê belê Qesr dema vê dike di heman demê de dest li AKP'ê û partiyeke li derveyî erka xwe ya destûra bingehîn e werdide."
'JI XWE DESTNEDAN TI CARÎ JI BO ME DERBAS NEBÛ'
Parlamenter Çaglar Demîrel destnîşan kir, ku divê gel baş zanibe, ji xwe heta niha ti carî mafê wan ê destnedanê tinebû û got, "Hikûmeta AKP'ê û dewlet zanin, em timî bi gelê xwe re ne. Em dixwazin bikevin qadên hatine dorpêçkirî, lê destûrê nadin. Meseleya me destnedan nîne, me ti carî zirxê destnedanê li ber xwe nekirin. Ji berê ve em dixwazin destnedana hemû parlamenteran bê rakirin û bi vê armancê qanûn û destûra bingehîn were guhertin. Ji bilî destnedana mafê axaftinê bila bila hemû destnedanên her kesî bê rakirin. Me got, 'eger yekî sûc kiribe bila were darizandin. Lê belê ya ku niha AKP/Qesr dike binpêkirina destûra bingehîn e.
Demîrel da xuyakirin, ku HDP Partiyeke jinê ye û diyar kir, hem dixswazin partiyeke ewçend jin di nav de hene krîmînalîze bikin, hem jî pêşî li siyaseta demokratîk bigirin.
'GELÊ ME LI BER XWE DIDE, EM JÎ LI BER XWE DIDIN'
Demîrel bal kişand ser berxwedan gel a li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Hezex, Şirnex û hemû bajar û navçeyên Kurdistanê ya li hemberî vê konsepta şer û axaftina xwe wiha dewam kir: "Vê berxwedana gel, nakokiyên navbera desthilatdariya AKP'ê û dewletê kûrtir kir. Em li ber xwe didin. Em ê li her derê li ber xwe bidin. Tevî gelê xwe em ê li qadan jî li ber xwe bidin. Em sekna xwe ya bi rûmet li parlamentê jî nîşan didin. Çiqasî bixwazin me ji parlamentê derxînin, em ê ewqasî li wir têbikoşin. Ji ber ku em polîtîkayên wan ên kirêt li parlamentê bilêv dikin. Di heman demê de li dijî dorpêçkirina bajar û navçeyên me em têkoşîna xwe didomînin."
Demîrel destnîşan kir, derxistina HDP'ê j parlamentê tê wateya kûrkirina şer û kaosê li Tirkiyeyê.
'ALTERNATÎFÊN HDP'Ê GELEK IN'
Der barê pêvajoya ji niha û pê ve de parlamenter Çaglar Demîrel da zanîn, ku alternatîfên HDP'ê gelek in û got, "Ji ber ku tirsa me ji rakirina destnedanê û derxistina derveyî parlamentê nîne. Em ê têkoşîna xwe ji bo meşandina siyaseta demokratîk li parlamentê bidomînin. Em li wê derê bi tenê şexs nînin, em vîna gelê xwe temsîl dikin.
Demîrel da xuyakirin, ku gelê Kurd ti carî bê alternatîf nîne û got, "Gelekî ku li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind dike. Dema xwe bê, em ê dinava organên xwe yên erkdar de helwesta xwe nîqaş bikin û li gorî wê tevbigerin."
Demîrel got, "Çawa ku gelê me li ber xwe dide, em ê jî ji bo nîşandana vîna gelê xwe li parlamentê, ji bo siyaseta demokratîk li ber xwe bidin."