Demirbaş: Dengê topên Helebê dibihîsin lê yên Şemizînan na

Demirbaş: Dengê topên Helebê dibihîsin lê yên Şemizînan na

Şaredariya Sûrê ya Amedê bi munasebeta meha rojiyê bi gelek sazî û dezgehên kurdî re civiya û bi wan re li nser xwarina fitarê hate ba hev. Vê carê jî mêvanên Şaredariya Surê rojnamevan bûn. Rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê di xwarina fitarê de li koşka Erdebîlê hatin ba hev.

Şaredarê Surê Abdullah Demirbaş ku mêvandariya rojnamevanan kir piştî ku fitara xwe vekirin axaftineke kurt bi rojnamevanan re kir. Demirbaş di axaftina xwe de li ser rol û misyona rojnamevanan rawestiya û behsa zehmetiyên şert û mercên xebatkarên çapemeniyê kir. Demirbaş di axaftina xwe de behsa pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got: “Mixabin rêveberên vî welatî yên ku dibêjin em alîkariya gele Sûriyeyê dikin ku demokrasiye bînin wî welatî, li dijî destkeftiyên kurdan derdikevin ku ew jî di encama vê bihara gelan de bi dest xistine û gavekî girîn ber bi azadî û demokrasiyê de diçin.”

Demirbaş di berdewamiya axaftina xwe wiha rexne li rayedarên hikûmetê kir û got: “Madem ku hûn dixwazin azadî û demokrasiye ji gelê Sûriyeyê re bînin hûn çima ji azadiya kurdan aciz dibin.”

Demirbaş li ser cutstandartiya hikûmetê rawestiya û wiha got: Em dixwazin ku ew hesasiyeta hûn li dijî tank û topên Esed nişan didin, ew hesasiyeta hûn li dijî êrîşên li ser Humus û Helebê didin, hûn bi heman hesasiyetê nêzîkî denge tank û topên ji Şemzînanê jî tên bibin.

Demirbaş nerazîbûna xwe ji berdewamiya şer û pevçûnên ku welatê me dibe kir û wiha berdewamî da axaftina xwe û got: Gelo çima dengê topên Helebê baş tên guhê rayedarên vî welatî lê denge top û tanken li vî welatî nayên wan.

Demirbaş her wiha xemsariya hikûmetê û berdewamiya şer rexne kir û wiha got: Her kuştinek parçeyekî ji kezeba me bixwe re dibe, kesên div an şeran de jiyana xwe ji dest didin çi leşker bin çi gerîla bin dile me diêşîne û kezeba me parçe dike.

Her wiha Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) jî axaftineke kurt kir û spasiya xwe ji Demirbaş re anî ziman. Her wiha div ê şeve de endamên meclisa şaredariyê û rêveberên navçeya surê jî amade bûn.