DBP’ê ji bo tevlîbûna Newroza Cizîrê bang kir

DBP’ê ji bo Newroza Cizîrê ya 22’ê Adarê wê li Cizîrê pêk were, banga tevlîbûnê kir, tevahî beşên rewşenbîr û hestiyar dawet kir.

DBP’ê ji bo Newroza Cizîrê ya 22’ê Adarê wê li Cizîrê pêk were, banga tevlîbûnê kir, tevahî beşên rewşenbîr û hestiyar dawet kir.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkîldarî Newroza Cizîrê daxuyanî da. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku wê fînala Newrozê wek hatiye plankirin 22’ê Adarê li Cizîrê bê lidarxistin, got:

“Di bernameya me te ti guhertin tinene.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku gelê Cizîrê li hember tevahî amûrên şer ên qirêj berxwedanek mezin nîşan daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê hevserokên HDP, DBP, KCD, HDK û KJA , endamên DR tevahî hevşaredar, rêxistinên bajar û navçeyan tevlî bernameya Newrozê ya li Cizîrê bibin. 

Her wiha bang li tevahî dostên gelê Kurd, tevahî beşên rewşenbîr û hestiyar  hat kirin ku bi gelê Cizîrê re werin gel hev.