Dayikên windahiyan yên Cizîrî daketin qadan

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê deweta Tirk ve hatin ‘windakirin’ pirsîn.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê Dayikên Şemiyê ji ber sedema êrîşên qirkirinê yên deweta Tirk ev 14 hefte bûn nikaribûn kom bibin, piştî 79 rojan bi dirûşma “Windahî bila diyar bibin, berpirsyar bên lêpirsîn” daketin qadan. Li ser navê dayikên ku di destê wan de wêneyên kesên winda hebûn, endamê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Abdulkerîm Pûsat daxuyanî da.

‘BI SEDAN KES BI HEMAN RÊBAZÎ HATIN QETILKIRIN’

Pûsat diyar kir ku ev 4 meh in şertên herî bingehîn ê jiyanê tên astengkirin, di van mercên zehmet de aqûbeta cinayetên ‘Kiryarên nediyar’ û windahiyan nepirsîne, wiha got: “Di vê pêvajoya zehmet de bi sedan kes bi heman rêbazî hatin qetilkirin” û bi bîr xisti ku beşek mezin ên bajar hatine hilweşadin. Pûsat wiha axivî: “Li bajar mafê jiyana mirovahiyê tê astengkirin. Gelê me niha bi rakirina enkazan ve mijûlin.”

Dayikan diyar kirin ku wê di hefteya pêşiya me de li Rêya Sanatê ya Cizîrê kom bibin, banga beşdariyê li çalakiya hefteya bê kirin.