Girseya ku di pêşengiya KCD'ê de çûn gundê Roboskiyê û bi dirûşima "Me ji bîr nekir û em ji bîr nakin" çalakiya "Ji Bo Roboskiyê Nobeta Edaletê" pêk anîn rastî mudaxaleya leşkeran hat. Girseya ku xwestin bimeşin cihê komkujiyê rastî mudaxaleya leşkeran a bi ava şid hatin. Malbatên Roboskiyê bertek nîşanî mudaxleyê dan û gotin, "Li Roboskiyê zîhniyet neguherî bila hemû cîhan bibihîse."
Girseya ku di pêşengiya KCD'ê dê bi armanca şermezarkirina komkujiya Roboskiyê ya ku di 28’ê berfanbara (kanûn) 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê pêk hat û 34 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, dest bi nobetê kirin.
Şandeya tevî Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, wekîlên BDP'ê Halîl Aksoy û Esat Canan, KESK, Genel-Îş, MEYADER, Dayîkên Aştiyê, Goç-Der, TZPKurdî, TUHAD-DER, Komeleya 78'an a Amedê, TMMOB, ÎHD, saziyên çand û jinan, ESP, EMEP, şaredar û gelek kesên din û malbatên Roboskiyê piştî nobetê ber bi cihê komkujiyê ve dest bi meşê kirin.
DAYÎK BI WÊNEYÊN ZAROKÊN XWE VE KETIN ERDÊ
Heyet û malbatên Roboskiyê yên bi wêneyên 34 welatiyên jiyana xwe ji dest dan û dirûşimên "Qatîl Erdogan", "Serfermandar îstîfa", "Ji Roboskiyê re edalet" û "Şehîd namirin" dest bi meşê kirin, li derketina ji gund rastî benda leşkeran hatin. Leşkeran bê hişyariyê bikin bi ava şid mudaxele li heyetê û malbatên Roboskiyê kirin. Di encama mudaxeleyê de jinên pîr û zarok bi wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan ketin erdê. Malbatên di nava heriyê de man li dijî mudaxeleya leşkeran îsyan kirin.
HESABÊ ZAROKÊN ME BIDIN
Malbatan got, "Ey dewleta zarokên me qetilkirin dê me jî kujer î. We zarokên me ji me girtin me jî bikujin. Heta ji Roboskiyê re edalet pêk tê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Roboskiyê raman neguherî bila hemû cîhan bibihîze." Malbatên di nav heriyê de man bi wêneyên zarokên xwe yên di komkujiyê de winda kirin bi ser leşkeran de meşiyan û gotin "Berê hesaba vê yekê bidin. Sûcê vî çi bû ew kuşt."
NASNAMEYÊN DEWLETA TIRK
Malbatên bi ser leşkeran de çûn û leşkeran demek dirêj rageşî qewimî. Piştre malbat li ber benda di nav heriyê de rûniştin û mudaxele şermezar kirin. Li qada rageşî berdewam dike, malbatan nasnameyên TC (komara Tirk) derxistin û gotin, "Bigirin nasnameyên bila nasnameya we serê we bixwe. Em ji hemwelatiya vî welatî şermê dikin." Malbatan pişt re nasnameyên xwe avêtin nav heriyê. Piştre malbatan nasname tepisandin û bertek nîşan dan. Li gundê Roboskiyê rageşî berdewam dike.