Aktîvîsta Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran, bang li Serokwezîr Erdogan kir û xwest ji Kurdistanê derkeve. Kiran xwest Erdogan biçe li mala xwe rûnê û tevlî karê Sûriyeyê nebe.
Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê li ser rewşa Kurdên Sûriyeyê û geşedanên dawî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê dayîkan Aktîvîsta Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran, bang li Serokwezîr Erdogan kir û xwest ji Kurdistanê derkeve.
Kiran bertek nîşanî şaredarên BDP'ê yên ji peywirê hatin girtin da û wiha got: "Hihûmeta AKP'ê li ser kurdan polîtikaya înkar û îmhayê dimeşîne. Li her derê operasyona siyasî û leşkerî dimeşîne. Em bang li Erdogan dikin û dibêjin Erdogan biçe mala xwe û dest ji polîtikayên qirêj berde. Em bang li kurdên di nava AKP'ê de dikin û dibêjin êdî hişê xwe bînin serê xwe û êdî bese."