Dayîkên Aşitiyê: Dibe ku dewlet çekên kîmyewî bikarbîne

Dayîkên Aşitiyê: Dibe ku dewlet çekên kîmyewî bikarbîne

Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê yên ku li herêma pevçûnan lekolîn kirin û xwestin biçin herêma Navrezan ya ku herî zedê pevçûn tên jiyandin, leşkeran destûra çûna Dayîkên Aşitiyê nedan. Endamê Înîsiyatîfê Havva Kiran daxuyanî da û wiha axivî: "Dê be ku dewlet çekên kîmyewî bikarbîne. Ji bo vê jî bila gundî gundên xwe terk nekin. Divê ev der ji deweltê re nehêlin û xwedî derbikevin. "

Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê yên ku ji Amed, Sêrt, Wan, Colemêrg û Silopiyê hatin Şemzînanê û şev li herêma pevçûnê gundê Nehrî ye derbaz kirin. Dayîkên Aşitiyê serê sibehê xwestin biçin herêma pevçûnê ya din ya gundê Navrezan ketin rê. Dayîkên Aşitiyê ji aliye leşkeran ve li ser pira ketina gund hatin sekinandin bi rayedarên leşkerî ve hevdîtin pêk anîn. Leşkeran Dayîkên Aşitiyê du demjimêran rawestandin û bi hinceta ewlehiyê destûra çûna dayîkan neda. Dayîkên Aşitiyê daxuyandin ku, rayedarên leşkerî ji wan re got, ew bi hinceta ewlehiyê û herêm ketiye destê HPG'ê ve destûra çûna wan nadin. Li ser ve jî li ser navê Dayîkên Aşitiyê Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê Hava Kiran li ser pirê daxuyanî da.

'DI BE KU DEWLET ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR BÎNE'

Kiran diyar kir ku, ciwanên kurdan ji bo azadiya xwe li çiyan dîrokê dinivîsin û wiha berdewam kir: "Zarokên me ji bo azadiyê li çiyan li berxwe didin. Ger rayedarên leşkerî dibejin ev herêm ketiye destê leşkeran divê em ve baş fêm bikin û piştgirî bidin zarokên xwe. Di be ku dewlet çekên kîmyewî kar bîne. Ji bo ve jî em bangawazî li gundiyan dikin em dibêjin bila gundê xwe terk nekin. Bila li van deran xwedî derkevin ji dewletê re nehêlin. Xwedî van qehremanan derkevin."

Kiran bang li dayîkên ciwanên tirkan kir û wiha pedê çû: "Êdî ji bo peran zarokên xwe feda nekin. Divê ev xwîn bê rawestandin. Ji bo vê jî hûn jî rabin serhildan bikin. Em bi hev re li hemberî dijminatiya kurdan bertek nîşan bidin."

Piştî daxuyaniye Dayîkên Aşitiy bi dirûşmeyên, "Bijî Serok Apo", "Bijî gerîlla" ji herêmê veqetiyan. Dayîkên vegeriyan Geverê vegerîn bajarên jê hatibûn.