Însiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê yên Amed, Sêrt û Silopî, Wanê ber bi Şemzînanê ve bi rê ketin. Dayîk dê ji bo rawestandina şer biçin herêma şer ya Şemzînanê.
Înîsiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê yên Amed, Sêrt û Silopî, Wanê ber bi Şemzînanê ve ketin rê. Dayîk dê biçin herêma şer ya Şemzînanê û li dijî şer û operasyonê bertekên xwe bînin ziman. Dayîkên Aştiyê yên Amed, Sêrt û Silopî duh êvarê hatin Wanê. Îro serê sibê dayîkên ku ji Amed, Sêrt û Silopî hatin Wanê tevlî dayîkên aştiyê çûn Şemzînanê. Dê dayîk biçin Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê yên Geverê jî tevlî xwe bikin û biçin herema şer ya Şemzînanê.
Ji Amedê 31 dayîk, Sêrt 9 dayîk, Silopî 4 dayîk, Wan 15 dayîk û dê ji Geverê jî 15 dayîk bi tevahî 74 dayîkên aştiyê biçin cihê şer. Dayîk bi armanca ku şer bê rawstandin û xwe bikin çepera şer diçin herêma şer. Dayîkên ku kincên xwe heremî li xwe kiribûn balê kişandin ser xwe. Dayîkan ragihand ku ew ji bo çûn û vegerê heta niha nikarin tu tiştekî bêjin. Dayîk bi 4 mînîbusan derketin rê û berê xwe dan Şemzînanê.
Li ser navê dayîkan endama Însiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê ya Amedê Gulîstan Erek daxuyanî da û diyar kir ku ew ji Amed, Sêrt, Silopî hatine Wanê û dê tevlî dayîkên Wanê û Geverê diçin Şemzînanê. Erek, anî ziman ku ew ji boş erê 15 roje li Şemzînanê di qewime diçin wir û ji bo rawestandina şer bibin çeper.
‘EMÊ BIBIN ÇEPERA ŞER’
Erek destnîşan kir ku, gerîlla, leşker û polîsên ku jiyana xwe ji dest didin hemû zarokên dayîkane û wiha got: “Erdogan dibêjê bila hêstirê çavê dayîkan ne rije. Lê kezaba hemû dayîkan di şewite û hêstrê çavên wan di rije. Hemû zarokên me dayîkanin. Banga me li Erdogan û hemû dewleta Tirke bila vî şerî bide rawestandin. Bila dayîkên leşker û polîsan destê xwe bidin me. Em aştî û biratiyê dixwazin.”
Erek bal kişand ser şerê Şemzînanê û wiha pê de çû: “Em ji bo rawestandina şer diçin. Bila xwîna ciwana ne rije. Ne ya kurdan û ne ya tirkan. Emê biçin bibin çepera şer. Bila ew gule ne li zarokê me bila li me dayîkan bikeve. Zarokên wir hemû yê xizan û belengazanin. Ka kurê Erdogan û Abdullah Gul li ku dê rê ne. Banga me li ronakbîr û çapemniya tirkane ku bila êdî rast bi axivin. Êdî bila şer raweste.”