Dayikên Aştiyê li avahiya NY'yê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Enqereyê Dayikên Aştiyê ji ber ku hevdîtina wan bê encam ma, li avahiya NY'yê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Dayikên Aştiyê li hemberî komkujiyên li Kurdistanê ketin nav tevgerê. Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo rê li ber komkujiyan bigirin û birîndarên li Cizîrê werin girtin, ev du roj in li Enqereyê hevdîtinan dikin. Dayikên ku ji hevdîtinên xwe yên li Meclîsê encam negirtin îro çûn Nûnertiya Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û daxwaza hevdîtinê kirin. Dayikên ku bi rayedaran re hevdîtin kirin diyar kirin ku ew dixwazin bi heyetek serbixwe ya NY'yê re bi lezgînî biçin Cizîrê û xwe bigihînin birîndaran. Rayedarên NY'yê di bersiva xwe de diyar kirin ku ew nikarin vê daxwazê pêk bînin.

Dayikên Aştiyê nêzî du saetan hewl dan ku rayedarên NY'yê îkna bikin, lê ji ber ku encam nehat girtin biryar dan ku di avahiya NY'yê de dest bi greva birçîbûnê bikin. Wê Dayikên Aştiyê heta daxwaza wan pêk were çalakiya xwe berdewam bikin.

Di vê navberê de, du wesayîtên polîsan jî hatin ber avahiya NY'yê.