Dayikên Aştiyê yên ku ji bajarên cudê yên Kurdistan û Tirkiyeyê kom bûn, bi wesîlaya Roja Dayikan hatin Cizîrê, tevî astengiyên hêzên dewletê jî bi malbata Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç re civiyan.
ANF
ŞIRNEX
duşem, 9 gulanê 2016, 16:20
Dayikên Aştiyê yên ku ji bajarên cudê yên Kurdistan û Tirkiyeyê kom bûn, bi wesîlaya Roja Dayikan hatin Cizîrê, tevî astengiyên hêzên dewletê jî bi malbata Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç re civiyan.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ku ji bajarên cudê yên Kurdistan û Tirkiyeyê kom bûn, bi wesîleya Roja Dayikan li navçeya Cizîr a Şirnexê, li gel malbatên ku di encama êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin civiyan. Dayikên ku ji saetên sibehê ve ji Dîlok, Êlih û Enqerê hatin, li avahiya Rêxistina HDP’yê ya navçeya Cizîrê kom bûn. Dayikên ku ji Amed û Stenbolê jî hatin di ketina Cîzîrê de hatin astengkirin.
Hêzên dewletê ti hincet diyar nekirin ku çima dayik di ketina navçeyê de asteng kirine. Dayik bi saetan li Hezexê dan rawestandin. Li ser vê jî dayik neçar man ku vegerin Amedê. Dayikên ku li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê kom bûn jî ji aliyê wesayîtên zirxî û TOMA ve hatin dorpêçkirin. Dayikên li vir xwestin bi malbatên ku di êrîşên qirkirinê de zarokên xwe windarkirine re bicivin, lê polîsan bi awayekî kêfî rê nedan dayikan. Li ser vê jî dayika Mehmet Tûnç Esmer Tûnç ê ku li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hate qetilkirin, hevjîna Tûnç Zeynep Tûnç û dîsa hevjîna Orhan Tûnç Gûler Yerebasan ê ku li di jêrzemîna wehşetê de hate qetilkirin, hatin avahiya HDP’ê û bi dayikan re civiyan. Di hevdîtina dayikan de kêliyên xemgîn hatin jiyîn.
Di hevdîtinê de li ser navê Dayikên Aştiyê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Perîhan Akbûlût axivî û li hember astengiyên kêfî yên hêzên dewletê bertekên tund nişan da û wiha got: “Dijminê hemû dayikan heman hişmendî ye.” Akbûlût diyar kir ku hemû dayik êşa Cizîrê dikişîne. Akbûlût wiha axivî: “Her kes kargeh, malan çêdikin, em dayik jî goristanên zarokên xwe çêdikin. Dewleta Tirk a ku di jêrzemînan de zarokên me qetil kirin, êdî ji xwînê têr nabin. Dewlet bi rijandina rondikên dayikan, nikare me teslîm bigire. Em ji têkoşîna xwe venagerin.”
Piştre dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç Esmer Tûnç axivî û spasiya xwe pêşkêşî Dayikên Aştiyê kir ku wan ziyaret kirine. Her wiha, Roja Dayikan a hemû dayikan jî pîroz kir. Dayika Tûnç destnîşan kir ku dewletê duyemîn qetlîama Dersîmê li Cizîrê di jêrzemîna de pêk aniye û wiha got: “Xwelî li serê dayikên Tirkan be. 2 kurê min hatin qetilkirin, lê hê jî aştiyê qîr dikim. Dayikên Tirkan çima aştiyê naxwazin. Ew dibêjin ‘Welat sax be’, lê em aştiyê qîr dikin. Eger hemû dayik aştiyê qîr bikin wê ev xwîn rawest e. “
Piştî axaftinên dayika Tûnç, Dayikên Aştiyê bi yek dengî dirûşmên “Şehîd Namirin” qîr kirin.