Dayika Kazahan: Divê hemû polîsên li wir werin darizandin

Dayika Nîhat Kazahan ê ku di 14'ê Çileya 2015' an ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat kuştin Eyşê Kazahan got: "Ne tenê polîsê bi navê M.N.G divê hemû hevkarên wî werin darizandin û cezakirin."

10'emîn rûniştina doza kuştina Nîhat Kazanhan ê 12 salî, ku roja 14'ê Çileya 2015' an li navçeya Cizîr a Şirnex ji aliyê tîmên taybet ve hat kuştin, wê sibe saet 10.00'an li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê pêk were. Di rûniştina 9'emîn de dozgeriyê mutalaya dozê dabû û li bendê ye ku heyeta dadgehê di rûniştina sibe de biryara der barê kujerê girtî M.N.G û polîsên din bide. 

BILA POLÎS BÊN CEZAKIRIN

Dayika Kazanhan Eyşê Kazanhan bal kişand ser daxwaza dozger a ji bo cezayê M.N.G û wiha axivî: "Di nava 2 salan de 9 rûniştinên dozê pêk hatin. Herî dawî dozger ji bo polîsê bi navê M.N.G cezayê muebetê xwest lê dozger jî dizane û em jî dizanin tenê ne polîsek sûcdar e. Hemû polîsên hevaltiya kujer kirine sûcdar in û divê ew jî werin darizandin."

Dayik Kazanhan diyar kir ku ew darizandin û cezakirina polîsekî qebûl nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bila dozger û polîs baş bizanin ku em bi cezakirina M.N.G qayil nabin. Heya hemû polîsên di nava buyerê de bên darizandin em ê doza xwe dewam bikin. Eger di doza sibe de hemû polîs neyên cezakirin em ê dozê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê."