Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû bi Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda û Serokê Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê ku hevpara Desteya Bilind Kurdan e re li Hewlêrê hevdîtin pêk anî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Davûtoglû bi Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda û Serokê Encumena Nîştîmanî ya Kurdan li Sûriyeyê (ENKS) Îsmaîl Heme re hevdîtin pêk anî. Hate zanîn ku Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku PYD jî di nav de de ye beşdarî hevdîtinê nebûn.
Desteya Bilind a Kurdan bi yekgirtina MGRK û ENKS pêk tê, beriya demekê hate sazkirin û Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi rê vedibe. Bi pêşengiya vê Desteyê Kurdan gelek bajar bi dest xistin.
Davûtoglû roja çarşemê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê û rayedarên din Kurdan re hevdîtin pêk anî û îro jî çû serdana Tirkmenên Kerkukê ev yek jî li rastî nerazîbûneke tund hat