Davûtoglû gihişt Hewlêr

Davûtoglû gihişt Hewlêr

Wezîrê Derveyê Tirk Ahmet Davûtoglû gihişt Hewlêrê. Davûtoglû li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve aht pêşwazîkirin.

Tê payîn ku Davûtoglû bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk bîne. Tê zanîn ku hikûmeta Tirk ji destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê nerehet e û dê van nerehetiyên xwe ji Hewlêrê re rabigihîne. Davûtoglû ku dê îro bê serdana Hewlêr, dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barznaî re hevdîtinekê pêk bîne. Naveroka vê hevdîtinê ji aliyê raya giştî ve pir tê mereqkirin.

Li gorî çavkaniyên Tirkan, Davûtolgû dê ji Barzanî bixwazin ku xwe ji çalakiyên ku bandorê li yekitî û yekpariya Sûriyeyê dikin, dûr bixe. Hêjayê gotinê ye ku Barzanî beriya hevdîtina Davûtolgû bi rayedarên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtinekê pêk anî û peyama ku Barzanî dê bide Davûtoglû tê mereqkirin.

Hate zanîn ku dê piştî hevdîtina her du aliyan daxuyaniyek bidin çapemeniyê.