Li çiyayê Bagoka li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji ber sedemeke nayê zanîn şewat derket. Şewat berdewam dike. Nisêbîniyan jî bi derfetên xwe dest bi vemirandina şewatê kirin.
Şewata ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li bejahiya Girêmîra û kertwenê û gundên Çîgdem, Kantar û Hasantepeyê şewat derket.
Şewata şevê din dest pê kir pekiya çiyayê Bagokê. Ji ber dûkêla bilind bûyî dem bi dem riya Îpekê ji hatin û çûnê re hat girtin. Yekîneyên agirkujiyê ya şaredariya Nisêbînê mûdaxaleyî şewatê kirin. Hat hînbûn ku ekîbên ji şaredariya Cizîrê jî çûne cihê şewatê. Şewata ku derketiye 20 kîlometre xist bin tesîra xwe. Welatiyên ku ji Nisêbîn û gundên derûdor hatine jî bi derfetên xwe mûdaxaleyî şewatê dikin. Sedemê şewatê hê nehat hînbûn. Hat ragihandin ku 2 malên li qontara çiyayê Bagokê jî şewitîne