Darezandina Ahmet Turk hate taloqkirin

Darezandina Ahmet Turk hate taloqkirin

Darezandina Parlementerê Mêrdînê û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk ku li 2’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Erziromê bi îdîaya ‘ propaganda rêxistina dij-hiqûqî kiriye’ dom dikir, ji ber sedema 3’mîn Paketa Darazê hate taloqkirin.

Ahmet Turk ji ber ku di 22’ê Çileya 2011’an de li navçeya Bazîda Agiriyê axaftinek kiribû û bi îdîaya ‘propaganda rêxistina dij-hiqûqî kiriye’ li 2’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Erziromê roja 9’ê Gulana 2011’an doz lê hatibû vekirin.

Turkê ku di derbarê wî de ji 2 salan heya 8 salan ceza jêre di hat xwestin, di hilbijartinên 12’ê Hezîranê de li Mêrdînê weke parlementer hatibû hilbjaritn, ji bo îfadeyên Turk bigirin 2’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Erziromê nivîsek ji 12’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê re şandibû.

12’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê jî biboneya ku 12’ê Mijdarê nehatiye rûniştinê, biryar girtibû ku bizorê bînin îfadeyên wî bigirin. Li rexmî biryara dadgehê Ahmet Turk 3 caran neçûye îfade dayînê. Sûcdarkirina Turk ya bi propagandeya rêxistinê bi 3’mîn Paketa Darazê hate taloqkirin.