Darên sedan salî ji holê tên rakirin

Şerê ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin, li dijî erdnîgariya Kurdistanê jî bi şêweyê herî kirêt tê meşandin. Darên gûzê yên li çiyayê Cîlo, ku ji ber topên obusê yên ji qereqolên Tirk ên avêtin parçe bûne, mînaka şênber a vê yekê ye.

Di şerê çeteyên AKP'ê li Kurdistanê dimeşînin de zerarên mezin li xwezayê dibin. Gundê Zagros ên li quntarên çiyayê Cîlo yê navçeya Colemêrg Geverê, para xwe ji vî şerê qirêj wergirtine. Yek ji van gundan jî gundê Talane yê li quntarê çiyayê Cîlo ye ku di salên 1990'î de ji aliyê çeteyên AKP'ê ve bi zorê hat valakirin. Dara gûzê ya 300 salî ya li vî gundî, ji ber topên artêşa Tirk parçe parçe bû. Rustem Oremar ê li vî gundî ji dayik bû û mezin bû anî ziman ku wextekê ji vê darê 30 teneke gûzên qeşartî dihat û dara herî navdar a gund bû.

Dara gûzê ya navdar a gundê Talanê, gûzên xwe yên hêja bi gelek nifşên herêmê re parve kiribû. Lê belê çeteyên hov û barbar ên AKP'ê, bêyî dilê wan biêşe zerarê didin mirovahiyê, mîrateya mirovaniyê û xwezayê. Bi kurt û kurmancî dewleta faşîst a AKP'ê xwe li ti tiştekî li erdnîgariya Kurdistanê şîn dibe, ranagire.

...