DAIŞ li Minbicê dişikê: 32 çete mirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 32 çeteyên din kuştin. Ji sedî 85 ê taxa Hezawne ya Minbicê ket bin kontrola şervanan.

Pêngava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ji bo rizgarkirina bajêr, dewam dike. Di roja 39. a Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla de meşa azadiyê her dewam e. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên berê xwe dane navenda bajêr, ji duh bi şev û vir ve li aliyên rojava, başûr û bakurê bajêr derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin.

Li taxa Hezawne ya li başûrê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. Şervan li taxê pêş ve diçin û her ku diçin nêzî navenda bajar dibin. Heta niha ji sedî 85 ji taxê ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Li gorî ANHA'yê di şerê li taxê de 14 çeteyên DAŞ'ê hatin kuştin û cenazeyên wan di bin kontrola şervanên Minbicî de ne.

ÇETE TÊN KUŞTIN, WESAYÎTÊN WAN TÊN RÛXANDIN

Li eniya bakur jî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi Xaçerêya Sebi Behrat ve pêş ve diçin. Di vê pêşveçûnê, derdora saet 04.00 de di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şerekî dijwar rû da. Ev şer hê dewam dike.

Di şerê li vir de heta niha 18 çete hatine kuştin. Cenazeyên 7 ji wan di destê şervanan de ne. Di şerê li vir de her wiha wesayîtek çeteyan hat rûxandin û miqdarek çek û cebilxane hat bidestxistin.

MAYÎN TÊN RAKIRIN

Li eniya rojavayê bajar jî operasyonên paqijkirina kolanên derdora taxa Şerîa didome. Her wiha mayîn ku çeteyan di malên sivîlan de çandine, tên bê bandorkirin. Heta niha 126 mayîn hatine rakirin.

DESTEKA KOALÎSYONÊ

Di şerê li herêmê de balafirên koalîsyonê jî, li cihê operasyonê difirin. Balafiran 4 êrîşên hewayî li nuqteyên çeteyan ên li Sebi Behrat a li bakurê bajar û Xaçerêya El-Delle ya li navenda bajêr, pêk anîn. Di encamê de gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zanîn.