DAIŞ'ê êrîşî Giwêr kir, pêşmergeyan li Xazirê dest bi êrîşa dijber kirin
Îro li Giwêrê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çeperên hêzên pêşmergeyan kirin û li ser bersivdana hêzên pêşmergeyan, şer derket.
Îro li Giwêrê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çeperên hêzên pêşmergeyan kirin û li ser bersivdana hêzên pêşmergeyan, şer derket.
Îro danê sibehê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çeperên hêzên pêşmerge yên li bajarokê Giwêr ê girêdayî navçeya Mexmûrê kirin. Li gor agahiyên ji cihê bûyerê hatin girtin, hêzên pêşmergeyan jî bersiv dan êrîşa çeteyên DAIŞ’ê û şer derket.
Her wiha hat diyarkirin ku gundê Ebû Şîtiyan ê ser bi Giwêr jî dan ber topan. Şerê li herêmê heya van kêliyan jî didome.
Her wiha îro hêzên pêşmerge ji bo rizgarkirina gundên herêma Xazir nêzî Mûsilê operasyon dane destpê kirin. Di operasyonê de balafirên şer ên koalîsyonê jî piştgirî didin hêzên pêşmerge.