Cizîriyan plana 'koçberkirinê' pûç kirin

Polîtîkaya 'koçberkirinê' ya dewleta Tirk bi êrîşên li hemberî bajarên Kurdan re dixwaze bixe meriyetê, li Botanê bi ser neket.

Polîtîkaya 'koçberkirinê' ya dewleta Tirk bi êrîşên li hemberî bajarên Kurdan re dixwaze bixe meriyetê, li Botanê bi ser neket. Mirovên bi zorê ji navçeyen Cizîr, Silopiya û Hezexê hatin derxistin, li çûna biçin metropolên Tirkiyeyê, li Kurdistanê man û ev êrîşên qirkirinê pûç kirin. Bi hezaran mirovên neçar man ji Cizîrê koç bikin û li bajarokê Dêrgulê bi cih bûn dan xuyakirin, ku ew ê vegerin xaka xwe û niha li benda rakirina qedexeyê ne.

Ahmet Dûrak (29) ê beriya qedexeyê li Cizîrê endezyarê madenê bû got, "Weke sedema vî şerî, xendek nîşan dan. Lê belê di salên 1990'î de em li gundan diman. Hingî jî gundên me şewitandin. Wê çaxê xendek tinebûn. Ev, bahaneya qetilkirina Kurdan e."

Dûrak got, "Em ê bi ti awayî dest ji Cizîrê, ji cih û warên xwe bernedin" û anî ziman ku plana bingehîn a dewletê derxistina mirovan ji cihên welatparêz ên Kurdistanê ye. Dûrak ragihand, ku bi vê yekê re hatiye xwestin gelê Kurd bê tesfiyekirin, lê gelê Kurd ev lîstik dîtiye û ji Kurdisatnê derneketiye.

Dûrak da zanîn, weke Cizîriyên xwe li Dêrgulê girtine niha li benda rabûna qedexeyê ne û got, "Em li benda vegerê ne. Em konan jî vedin, em ê li wir bimînin û xaka xwe ji wan re nehêlin."

Vasfiye Kalkan (30) got, "Em ê Cizîrê ji wan re nehêlin" û wiha axivî: "Bi êrîşan re dewletê xwest me li her devera cîhanê belav bike. Ji me re dibêjin 'dev ji axa xwe, zarokên xwe berdin'. Lê em ê dev ji axa xwe û ciwanên xwe bernedin. Em ê dev ji doza xwe bernedin. Em li benda rabûna qedexeyê ne. Kengî qedexe rabû em ê li xaka xwe vegerin. Em ê Cizîrê ji wan re nekin yar. Bila vê ji serê xwe dernexînin. Cizîr warê Kurdan e, wê ji dewletê re nebe yar."

Azîze Guven (42) a bi 8 zarokên xwe re neçar ma ji Cizîrê derkeve got, "Piştî ku bi tank û topan li malên me dan, tevî zarokên xwe neçar mam derkevim. 8 zarokên min hene. Malên me wêran kirine. Hemû şewitandine. Lê dîsa jî em ê li xaka xwe vegerin. Em ê dev ji welatê xwe bernedin. Em karibin kêmekî îdare bikin jî em ê vegerin. Cihekî din ê em biçin nîne." Hevserê Guven Asker Guven jî diyar kir, ku kengî qedexe rabû ew ê vegerin.

Hevşaredarê Bajarokê Dêrgulê yê DBP'yî Ekrem Guler jî da xuyakirin, ku zêdeyî 2 hezar Cizîrî piştî êrîşan koçî bajarokê wan kirine, beriya wan mirovên ji Silopiyayê hatibûn û anî ziman, ku Silopiyayî piştî rakirina qedexeyê vegeriyan, niha jî Cizîrî li benda rabûna qedexeyê ne, ji bo vegerin.

...