Cizîrî ber bi Yafesê ve meşiyan

Cizîriyên li Bajarê Kevin kom bûn, tevî êrîşa polîsan jî ber bi Taxa Yafesê ve meşiyan û nuqteyên xweparastinê ziyaret kirin.

 

Di roja 6. a rewşa awarte ya li Cizîrê de, tevî êrîşên giran ên hêzên dewleta Tirk, gel daket kolanan û ber bi taxa Yafesê ya hatiye dorpêçkirin ve, meşiya.

Şêniyên taxên Dîcle, Alîbey û Dagkapi jî li pêşiya Medreseya Sor kom bûn, ji vir bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Taxa Yafesê ve meşiyan. Kurdistanî dema ji Sûka Nû derbas dibû rastî êrîşa wesayîtên zirxî yên polîsan hatin. Girseya gel êrîşên polîsan pûç kir û bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Em ê bi berxwedanê ve bi ser bikevin" meşa xwe dewam kir. Girseya gel a xwe gihand Taxa Yafesê, li vê derê nuqteyên xweparastinê ziyaret kir.

Şêniyên Taxa Yafesê jî bi tilîlî û çepikan girse pêşwazî kirin. Girseya gel, piştî ku demekê li taxê ma, ber bi navenda bajêr ve careke din dest bi meşê kir.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî taxên Yafes, Cûdî, Sûr û Nûrê jî dewam dikin.

Hêzên çekdar ên Tirk, bi tankên li derdora navçeyê bi cih kirine re topan li nava taxan dibarînin. Ji ber van êrîşan gelek xanî şewitîn û hilweşiyan.

Li Taxa Cûdî welatiyê bi navê Lutfu Aksoy ji ber topbaranê bi giranî birîndar bû û ew rakirn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.