Ciwanên Rojavayî berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin
Bi sedan ciwanên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê, meşek li dar xistin.
Bi sedan ciwanên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê, meşek li dar xistin.
Bi sedan ciwanên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê, meşek li dar xistin û diyar kirin ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, berxwedaneke li hember hemû rengên nijadperestî û faşîzmê ye.
Di pêşengiya Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava yên Kantona Cizîrê, li bajarê Qamişlo meşek hat lidarxistin. Di meşê de bi sedan ciwanên Kurd, Ereb û Suryan ên bajar û her wiha bi dehan dayik û bav jî beşdar bûn. Meş bi şîara ‘Piştgiriya berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê, garantiya xeta berxwedanê ye’ hat organîzekirin.
Meş ji pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li taxa Xerbî ya bajar destpê kir û ber bi çerxerêya Şehîd Osman Sabrî ya taxa Hilêliyê ve birê ket. Çalakvanan al û sembolên Rojava, alên partî û rêxistinên ciwanên hilgirtin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê, diqîriyan.
Piştî çalakvan gihiştin Çerxerêya Osman Sabrî, ji aliyê Endama Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava Hêlîn Xelo ve daxuyaniyek hat xwendin.
Hemo got ku di rewşa zehmet a ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe de, gelên Rojava dikaribûn ku xwe bi rêxistin bikin, rêveberiya xwe îlan bikin û îradeya xwe ya azad û demokratîk derxin holê û xwe ji êrîşên çeteyên wek El-Nusra, DAIŞ û Ehrar El-Şam biparêzin.
Hemo da zanîn ku ji bilî gelên Rojavayê Kurdistanê ti kesî nikaribû li hember çeteyên dijmirovahiyê bisekinin û li ber xwe bidin. Hemo destnîşan kir ku avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî mînaka hevgirtin û serkeftina pêkhateyên Rojava ye.
Hemo di berdewama daxuyaniyê de ragihand ku li Bakurê Kurdistanê jî niha li hember Erdogan ê dijminê demokrasî û vîna azad, , berxwedaneke mezin tê meşandin û got: “ Gelê Bakurê Kurdistanê daxwaza mafê xwe yê rewa dike. Gelê ku kiryarên dijmirovî yên AKP’ê qebûl nekir, rabû ser piyan û xweseriya xwe îlan kir , wê di dawiyê de bi ser bikeve. Gelê Bakurê Kurdistanê niha li Gever, Amed, Nisêbîn û Cizîrê li ber xwe dide û wê bigihêje serketinê. “
Hemo destnîşan kir ku ciwanên Bakurê Kurdistanê niha li hember tank û topên AKP’ê li ber xwe didin û got: “ Em wek Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Cizîrê êrîşên li ser gelê Bakurê Kurdistanê şermezar dikin.”
Hemo di dawiya daxuyaniyê de got berxwedana Bakurê Kurdistanê berxwedaneke li hember hemû rengên nijadperestiyê û faşîzmê ye.
Piştî daxuyanî bi dawî bû, ciwanan dirûşmên silavkirina berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê, berz kirin.