Li Rojavayê Kurdistanê xebat û tevgera ciwanên Kurd bênavber didome. Komalên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanê konferansa xwe yî yekemîn li dar xist.
Konferansa ku bi dirûşmeya "Bi rêveberiya Ciwanan Serkeftin Mîsogere" de pêk hat 450 delegeyên ciwan tevlî bûn.
Axaftina destpêkê ya Konferansê ji aliyê Endamê Kordînasyona Ciwanan Baran Cudî ve hat kirin. Baran Cudî bal kişand ser pêşengiya ciwanan ya li Rojavayê Kurdistanê.
Endamê Kordînasyona Tev-Demû Şahoz Hesen jî tevlî konferansê bû û axaftinek kir. Şahoz Hesen di destpêka axaftina xwe de konferans li ciwanan pîroz kir û got rola ciwanan ji bo pêşengiyê esas e.
Piştre jî ciwanên kurd yek bi yek rabûn û derbarê pêvajoyê û xebatan de nirxandin kirin. Di dawiya konferansê de jî ji bo rêxistinbûyîna ciwanên Kobanê 9 kes ji bo meclîsê hat hilbijartin.
Her wiha Rêveberê Komalên Ciwan Çekdar Amed ku beriya bi demekê li Efrînê ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin wekî sembola ciwanên Rojava hate pejirandin.